Nasnameya şervanê şehîd hate eşkerekirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê bi merasîmekê nasnameya şervanekî YPG`ê yê di sala 2014’an de li Kobanê şehîd bûyî, eşkere kir.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê bi merasîmekê nasnameya şervanekî YPG`ê yê di sala 2014’an de li Kobanê şehîd bûyî, eşkere kir.
Meclîsa Malbatên Şehîdan li Hesekê bi merasîmekê nasnameya şervanekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Aras Seydo yê di sala 2014’an de di berxwedana li hember êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî Kobanê de şehîd bûyî, eşkere kir.
Merasîm li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye hate lidarxistin. Di merasîmê de bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê Eyde Semo axivî û destnîşan kir ku şehîd Aras ji bo parastina axa welêt şehîd bû.
Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şiyar Hesekê axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.,
Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed belgeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Aras Seydo
Nasnav: Rustem Cûdî
Dîroka tevlêbûnê: 2013
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, Kanûna 2014`an.