Li Nurnbergê çalakiya 25’ê Mijdarê
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan û destnîşankirin ku Jin wê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” xwe birêxistin bikin û civakê jî bi xwe re azad bikin.
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan û destnîşankirin ku Jin wê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” xwe birêxistin bikin û civakê jî bi xwe re azad bikin.
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng ku bi pêşengiya Însiyatîfa Bundnis a 8’ê Adarê li qada Weißer Turm hate lidarxistin, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” destpê kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jinên bi navê Hanna û Maja yên bi hinceta ku di protestoyên li dijî faşîzmê de tevlî pevçûnan bûne tên sûcdarkirin, li Nurnbergê têne girtin û wiha hate gotin: “Maja ji mêj ve radestî Macarîstanê hate kirin, Hanna jî girtî ye û bi heman awayî gef lê tê xwarin. Her wiha dewlet her ku diçe fonên malên stirînê yên wekî komeleya Aura ya Nurnbergê û navendên şêwirmendiyê kêm dike. Li hemû dewletan komkujiyên jinan zêde dibe, dixwazin êşkenceya sîstematîk zêde bikin û jinan bêdeng bikin. Her roj bi qanûnên ku derdixin dixwazin zextê li ser jinan bikin. Jin wê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” xwe birêxistin bikin û civakê bi xwe re azad bike.”
Di çalakiyê de peyamên “Kuştinên jinan polîtîk e”, “Jin wê bibin yek û birêxistinbûnê azad bibin” hatin dayîn. Girseya jin piştî çalakiyê heta navenda bajêr meşiyan.
Meşa girseyî bi dirûşmeyên “Ji Hana re azadî”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Jin li dijî faşîzmê bibin yek!” bi dawî bû.