Fedaiyên ku bi destê PDK'ê şehîd hatin xistin- II

Rabîa Weqas ku bira û biraziyê wî di encama êrişên xiyaneta PDK'ê de şehîd bûn, wiha axivî "Bi hezaran ciwan bi destê wan şehîd bûn. Ji bo kesên ku bi navê Kurdîtiyê tiştekî nakin nabêjim Kurd. Wê di nava xiyaneta xwe de bifetisin."

Malbatên gerîlayên Rojavayî, ku di nava 30 salan de bi xiyaneta PDK'ê şehîd hatin xistin, diayr dikin ku ji bo bidawîkirina xiyaneta PDK'ê divê têkoşîn bê geşkirin. Malbatan qala xiyanetê û berdêlên hatine dayin kirin.

Rabîa Weqas a ji Efrînê yek ji wan malbatan e ku bira û biraziyê wê di êrişa PDK'ê de şehîd bûn. Birayê wê Nûrî Mûstafa Weqas bi navê xwe yê li nava gerîla Dersim Sîlvan sala 1968'an li gundê Kaxurê yê Efrînê ji dayik bû. Dersim sala 1991'ê tevlî nava têkoşîna azadiyê ya Kurd bû, di 14'ê Mijdara 1995'an de li Metînayê di encama êrişa hêzên PDK'ê de şehîd bû.

Biraziyê wê Arîf Xelîl (Diyar) sala 1975'an li Efrînê ji dayik bû. Sala 1994'an tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû. Sala 1997'an li herêma Kurê Jaro ya Zapê di encama êrişa hêzên PDK'ê de şehîd bû.

FIKRÊ APOYÎ NAS KIR

Rabîa Weqas ji ANF'ê re axivî û qala tevlîbûna birayê xwe Nûrî li nava têkoşîna azadiyê ya Kurd kir: "Nûrî beriya ku biçe leşkeriyê fikrê Apoyî nas kir. Di heman demê de dixwend. Çû leşkeriyê. Dema ku vegeriya me jê pirsî ku 'Tu yê dibistanê dewam bike yan ?' wî jî got, 'Dema li leşkeriyê bûm min hin tişt bihîst. Kurd têne eciqandin û şoreşa me destpê kiriye. Ez ê jî tevlî wê şoreşê bibim'. Em bi kekê min û biraziyê min re rûniştî bûn. Herduyan jî gotin, 'Em ê leşkeriyê ji dijmin re nekin. Eger em ê leşkeriyê bikin hingî divê em ji Kurdan re bikin. Em ê tevlî vê şoreşê bibin'. Hersêyan soz dan hev. Sala 1991'ê bi hev re tevlî nava Şoreşa Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bûn."

Rabîa Weqas anî ziman ku Dersim pêşengî ji hevalên xwe û malbata xwe re dikir û got, "Dema ku Nûrî tevlî nava şoreşê bû, vê yekê gelekî bandor li hevalên wî û malbatê kir. Birayê min Nûrî şehîdê destpêkê yê malbata me bû. Biraziyê min Arîf jî sala 1997'an şehîd bû. Nûrî ji malbata me û tevahiya taxê re bû pêşeng. Piştî ku birayê min şehîd bû, dotmama min jî tevlî nava şoreşê bû û berê xwe da çiyê. Yekî yek kişand. Ji malbata me her kes tevlî vê şoreşê bûn."

'HER TIŞTÊ BAŞ PÊ RE BÛ'

Rabîa Weqas şîretên bavê wê yên li zarokên xwe bi bîr xist û got, "Sekna birayê min li tevahiya gund dihate naskirin. Di vê çarçoveyê de me soz dan ku em ê li ser şopa wî bin. Gelekî hêja bû. Her tiştê baş pê re bû. Nayê vegotin. Em ti carî jê aciz nebûn. Hezkirina wî ji dil bû. Dema ku me bihîst tevlî şoreşê bûye bi malbatî gelekî kêfa me hat. Bavê min destê xwe da pişta wî û jê re got, 'Hêjayî vê şoreşê be. Ez bi we serbilind im. Ez zanim ku min zarokên xwe çawa mezin kir. Li dijî dijmin xwedî li Kurdîtiyê derkevin'."

Rabîa Weqas diyar kir ku şehadeta Nûrî bandoreke gelekî giran li dayika wan kir û got, "Dayika min timî digot, 'zarokên min ên din biçûk bûn, dibe ku ez aciz kirin, lê belê Nûrî ti carî aciz nekir. Carekê nizanim çi kiribû lê min sîleyek lê xist. Nûrî aliyê din ê rûyê xwe zîviran û got, 'li vir jî bixe dayê. Cihê ku dayik lê dide kulîlk lê şîn dibe'."

HELBESTA KU XIYANETÊ VEDIBÊJE

Rabîa Weqas diyar kir ku biraziyê wî Arîf Xelîl ê sala 1997'an ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate qetilkirin tevî ku ew jê biçûktir jî bû timî jê re digot 'xaltîkê' û got, "Me bi hev re dilîst. Em bi hev re mezin bûn. Bala wî li ser çand û hunerê bû. Rojekê ji min re gotibû, 'Xaltîkê were em bi hev re li dijî zilmê û xiyanetê helbestekê binivîsînin'. Helbestek ku ji gel re qalê bike bê xiyanet çi ye û çima Kurd di vî halî de ne."

Rabîa Weqas destnîşan kir ku bi hezaran kesî soz dan bidin ser şopa Diyar û Dersim û diyar kir ku ev doza mafdar wê ti carî bi dawî nebe, "Wan zanî bûn. Digotin 'Dibe ku em nebînin, lê belê hûn ê Kurdistanê bibînin'. Her roj bi hezaran kes didin ser şopa wan û soz didin. Şeref û rûmet ev e."

'BI HEZARAN MALBAT GELEKÎ ÊŞIYAN'

Rabîa Weqas got, "Mixabin bi destê Kurdan şehîd bûn. Ya ku bi me zor tê ev e. Bi destê Tirkan bûya me yê bigota dijmin e. Yên ku ji xwe re dibêjin ew Kurd in gelo bi kîjan esasî vê dikin? Wan bi hezaran ciwan şehîd xistin. Bi hezaran malbat êşandin, cegera wan şewitandin." Rabîa Weqas nerazîbûn nîşanî xiyanetê da û wiha bang li wan kesan kir ên li ser şopa malbata Barzanî û PDK'ê ne:

"Malbata Barzanî tu kî ye ku ewqasî xwînê dirijîne? Tu çawa dikare bi rehetî razê? Heta niha bi dehan ciwan bi destê we hatin kuştin. Dijmin êriş dike, çi ji te ye ku tu li gel dijmin cih digire? Ji yên ku bi navê Kurdîtiyê tiştekî nakin re nabêjim Kurd.

'XAYINAN NAS BIKIN'

Ez bang li wan kesan dikim ên ku li ser şopa Barzaniyan e; xwe û wan nas bikin, ji vê rêyê vegerin. Ti carî xizmet ji mirovahiyê û Kurdîtiyê re nekirine. Hîn dereng nebûye ji vê rêyê vegerin. Ev her tim li serê me, gelê Kurd û gerîla bûne bela. Êdî bes e ji vê yekê re. Ev bela wê rojekê li wan vegere. Wê di nava xiyaneta xwe de bifetisin. Weke malbatên şehîdan em li ser şopa gerîlayên xwe, li ser şopa şervanên xwe ne. Bi kuştinê wê nikaribin me biqedînin. Em bi milyonan mirov in. Bi milyonan mirovî xwe û her tiştên xwe dane vê şoreşê."

SIBE: Nûrî Ehmed Ehmed qala birayê xwe Mûstafa Ehmed (Hamît) kir ku bi destê PDK'ê hate qetilkirin.


         


        

ANF | Fedaiyên ku bi destê PDK'ê şehîd hatin xistin - I (anfkurdi.com)