Jinên herêma Kobanê: PKK ji bo mafên mirovan têdikoşe, divê ji lîsteyê bê derxistin

Jinên ji herêma Kobanê bal kişandin ser têkoşîna PKK'ê ya ji bo mafên gelê Kurd, mafên mirovan û destnîşan kirin, ku hiştina PKK'ê li lîsteya 'rêxistinên terorîst' neheqî ye, lewma divê tavilê ji lîsteyê bê derxistin.

Şêniyên Kobanê, li ser kampanya ji bo derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropa û DYE'yê, nêrînên xwe parve kirin.

Leyla Ehmed anî ziman ku PKK hêzeke rewa ye ku ji bo azadiyê têdikoşe û got, "PKK êrişî kesî nekiriye. Ew hêzên desthilatdar ên ku li her derê talanê dikin ew terorîst in. PKK ji bo azadî û aştiya gelan têkoşîna xwe xurt dike. Hêzên desthilatdar zanin ku Kurd maf, ziman û civaka xwe diparêzin. Ji ber ku dixwazin Kurdan ji mafên xwe bêpar bihêlin, wan dixin lîsteya 'rêxistinên terorê'. Ji bo parastina gel, bi hezaran şehîd hatine dayin." Em gelekî welê ne ku edalet û wekheviyê dixwazin."

Leyla Ehmed anî ziman, hêzên ku destê wan di komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de heye, di heman demê de destê wan di xistina PKK'ê ya li lîsteyê de heye û wiha dewam kir: "Li gorî hêzên komploger, yên ku ji bo mafên xwe yên azadiyê, yên ji bo mafên gelê xwe têbikoşin 'teror' e. PKK ji ber ku ji bo mafê gelan diparêze li helwesteke bi vî rengî rast tê."

Di dawiya axaftina xwe de Leyla Ehmed bang li gelan kir ku ji bo derxistina PKK'ê ya ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bikevin nava hewldanan û destnîşan kir, ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Şîlan Misto jî pirsa "Çima hîn jî PKK'ê di lîsteya 'rêxistinên terorê' de digirin?' pirsî û bi gotina "Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavan her cûre çekên kîmyewî li dijî gerîla û çiyayên azad bi kar tîne" nîşan da bê kî terorîst e.

Şîlan Misto destnîşan kir ku derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' wê ji bibe gavek ji bo çareseriya doza Kurd li Rojhilata Navîn û wiha dewam kir, "Li Efrîn a dagirkerî kes nikare bi zimanê xwe yê dayikê biaxive. Her tişt li wan hatiye qedexekirin. Em dibêjin çima dewleta Tirk a dagirker naxin lîsteya terorê, çima PKK'ê dixin wê lîsteyê?"

Di dawiya axaftina xwe de Şîlan Misto got, ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin wê timî li ser piyan bin û çalakiyan bikin.

Berdevka Yekîtiya Jin ên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temî jî diyar kir ku divê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin û got, "Ji ber ku PKK ji bo mafên mirovan têdikoşe. Dema ku PKK ji lîsteyê hate derxistin wê azadî û aştî li her derê pêk were. Hingî wê şerê heyî bisekine."

Firyal Temî anî ziman ku ew heta dawiyê li pişt gerîla û tevgera azadiyê ne û wê teqez bigihêjin serketinê. Firyal Temî destnîşan kir ku derxistina PKK'ê ji lîsteyê wê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn gelekî girîng be.