Fedaiyên bi destê PDK’ê hatine şehîdxistin – III

Nûrî Ehmed ê ku roja şîna dayika xwe bihîst ku birayê wî bi destê PDK’ê hatiye qetilkirin got “Heke ne ji ber xayîntiya wan bûya wê rewşa îro baştir bûye. Wê rojekê hesab bidin gel.”

Nûrî Ehmed Ehmed ê ku di sala 1997’an de PDK’ê birayê wî gerîla Hamît şehîd xisitye got “PDK dijminê herî mezin ê Kurdistan û gelê Kurd e. Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe van xayînan ji dîrokê biavêjin.”

Mûstafa Ehmed (Hamît) di sala 1970’an de li gundê Qantar ê Efrînê ji dayik dibe û di sala 1988’an de tevlî nav refên gerîlayan dibe. Hamît li Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê dimîne û dibe parêzvanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Hamît di sala 1990’an de vedigere welat, piştî ku demekê li Botanê dimîne diçe û Başûrê Kurdistanê. Li Zaxo û Heftanînê xebatên rêxistinkirina gel dike û di sala 1997’an de li Garê di êrişa hêzên PDK’ê de şehîd dibe.

Birayê wî Nûrî Ehmed got “Dema çû dibistanê biryar da ku tevlî nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe. Li kampa Lubnanê 9 mehan parêzvaniya Rêber Apo kir piştre çû welat. Di sala 1996’an de me di televîzyonê de ew dît. Li Zapê bû. Li ser pêyan bi saeta xwe eleqedar dibû.”

DI ŞÎNA DAYIKA WÎ DE NÛÇEYA ŞEHADETÊ HAT

Ehmed qala nûçeya şehadeta birayê xwe kir û got “Wê demê ez ne li malê bûm. Dayika min nû rehmet kiribû, ji bo dayika min me şîn danîbû. Gel ref bi ref dihat. Rejîmê jî zext li me dikir. Di wê rojê de me bihîst ku birayê min ji aliyê malbata Barzanî şehîd hatiye xistin. Dema Mûstafa (Hemît) ji dayik dibe, bave min dixwaze navê wî bike Mûstafa Barzanî lê karmendê li midûriyeta nifûsê dibêje ‘Nabe, wê te aciz bikin’. Em navê wan li zarokên xwe dikin lê ew jî me dikujin. Heke ne ji ber îxaneta wan bûya, ne em di rewşeke cihê de bûn. Ew wekî dijminên herî mezin ên gelê Kurd tên anskirin. Naxwazin gelê Kurdistanê nasnameya xwe nas bikin. Li ku derê ruhek hebin wê tune bikin. Malbata Barzanî li Kurdistanê wekî Erdogan û rejîma Baasê ne. Bûne xulamên dagirkeran.”

Nûrî Ehmed diyar kir PDK’ê di 16’ê Gulana 1997’an de bi dehan gerîlayên birîndar li nexweşxaneyê qetil kiriye û di Tebaxa 2021’an de jî li Xelîfanê kemîn daniye ber komeke gerîlayan û 5 gerîla qetil kiriye. Ehmed got “Bi hezaran gerîla şehîd xistine, cenazeyê bi sedan gerîlayan dane windakirin. Ev îxaneta wan derdikeve holê. Tişta ku PDK dike êdî dewleta Tirk nake. Ji dijminan bêtir dijmin in.Ez bang li îxanetkaran dikim, wê sibê dagirkerên ku şirîkê we ne, ew ê we di nîvê rê de bihêlin. Hûn ê rojekê hesab bidin vî gelî. Wê sîxur û îxanetkar ji dîroka Kurdistanê werin av3etin. Wê dagirker û şirîkên wan têk biçe, wê serfirazî ya me be.”

Sibê: Firyar Ehmed qala birayê xwe Mûstafa Omer kir