Li Efrînê di nava çetayan de şer û pevçûn

Li navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê ya dagirkirî di navbera du komên çete de şer û pevçûn rû dide.

Li navenda navçeya Bilbilê ya Efrînê, di navbera çeteyên "Feyleq El Mecid" û "Furqeya Hemze" de şer û pevçûn rû dide. Li gorî çavkaniyan, şer û alozî  dewam dike û kuştî û birîndarên herdu aliyan hene.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, artêşa Tirk û çeteyên wê ketine seferberiyê û piştî ku çeteyekî koma "Mutesim" êrîşî welatiyekî ji eşîra Bobenayê kir.

Duh jî li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê şer di navbera çeteyan de derket. Di encamê de 5 çete hatin kuştin.