ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Em bi ruh û can bi gerîla re ne’
Ji welatparêzên salên 1980’î Reşîd Reşo diyar kir ku wê bi sekna gelê berxwedêr pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re bigirin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li ber vê siyaseta PDK’ê rabe. -
Li Kobanê çalakiya bi kon a ji bo piştgiriya gerîla di roja 2’an de didome
Li dijî êrişên ku dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kobanê kon vedan. Çalakî di roja 2’an de didome. -
YPJ: Em ê tola hevrêyên xwe hilînin
YPJ'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ku doh li Kobanê bi balafira bêmirov a bi çek hate kirin 3 hevrêyên wan şehîd bûne û got, "Çawa ku me ti carî tola şehîdên xwe li erdê nehiştine, em ê niha jî tola hevrêyên xwe ji neyaran re nehêlin." -
Artêşa dagirker li Til Temirê êriş kir
Dewleta Tirk a dagirker bi artêşa xwe ya ji çeteyan ava kirî gundê Til Tewil yê Asûriyan ya Til Temirê topbaran kir. -
Li Kobanê êrişa balafira bê mirov û bi çek
Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Êdiq-Textik a başûrê Kobanê, li dijî wesayîtekê êrîşek hewayî pêk anî. -
Li Kobanê li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê ‘Konê Berxwedanê’ hate vedan
Li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastina Medyayê daye destpêkirin li Kobanê kon hat vedan. -
Dewleta Tirk li Kobanê wesayîtek bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kobanê yê Rojava wesayîtek bombe kir. -
Şêniyên Minbicê: Em ê her tim têkoşîna xwe bilind bikin
Welatiyên Minbicê li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker û îxaneta PDK’ê nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin ku ewê li hemberî wan êrişan tim di nava têkoşîn û berxwedanê de bin. -
Dagirkeran li Mabetayê kesek revandin
Çeteyên El Hamzat ên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve, li gundê Dargirê yê Mabetayê Cîhad Sebrî Dawûd revandin. -
Li bajarê Qamişloyê teqîn
Li ser rêya Kembera Rojava ya bajarê Qamişloyê li avahiyekê teqîn çêbû. -
QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta Tirk eşkere kir
QSD'ê li ser bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa û Girê Spî ku van 15 rojan hatin kirin, daxuyaniyek da. -
Li Efrînê herî kêm 21 kes hatin revandin, zêdeyî 500 darên zeytûnê hatin birîn
Dewleta Tirk a dagirker ji nîvê meha Adarê û vir ve herî kêm 21 kes li Efrînê revandine û zêdeyî 500 darên zeytûnê birîne. -
Dagirkeran bombe li Eyn Îsayê barandin
Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li gundên li rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê kir. -
Evîna Evraz bi helbestan temam dike
Mihemed Emîn Hesen pirtûka xwe ya helbestan, diyarî kurê xwe Evrazê ku di sala 2013’an de şehîd ketiye kir. Emîn Hesen got, “Evîna Evrazê min yê li hember şoreşê nîvco ma, min xwest evîna wî bi helbestan temam bikim.” -
Mihemmed: Divê êdî dewleta Tirk bê rawestandin
Alîkarê Hevserokên Meclîsa Girê Spî Fezea Mihemmed diyar kir ku dem hatiye êdî dewleta Tirk bê rawestandin. -
Li Şehba û Hesekê êrîşên dagirkirinê hate şermezarkirin
Li Şehba û Hesekê êrîşên dagirkirinê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re bi meşekê hate protestokirin. Di meşê de hate diyarkirin ku PDK’ê xiyanet li şehîdan kir û destkeftiyên gelên herêmê têk bir. -
Dewelta Tirk gundên Şehbayê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker bi obusan gelek gundên girêdayî Kantona Şehbayê topbaran kir. -
Ciwanên Minbicî îxaneta PDK’ê û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Bi sedan ciwanên Minbicê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê û li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşeke girseyî lidar xistin. -
Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê daketin qadan û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re meşiyan. -
TEV-DEM: Divê Êzidî ji metirsiya qirkirinê bêne parastin
TEV-DEM'ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, "Divê Êzidî ji metirsiya qirkirinê bêne parastin." -
Mihemed Seîd Çolî: PKK têk naçe
Mihemed Seîd ê ku di sala 1980’an de PKK nas kir, diyar kir ku Şoreşa Rojava ya ku bi paradîgmaya PKK’ê hatiye avakirin wê têk neçe û got “Rêber Apo û PKK’ê, tarîtî veguherandin ronahiyê.” -
Li Reqayê êrişa bombeyî
QSD'ê ragihand ku li hemberî wesayiteke Meclîsa Leşkerî ya Reqayê êrişek hatiye kirin û di encamê de 2 endamên meclîsê birîndar bûne. -
Bi pîşeyê ji dayika xwe hîn bûye, neviyên xwe xwedî dike
Dayika Nazê ku pîşeyê dayika xwe nîv sed sal e dike, bi hatineya ji karên destan werdigire hem debara xwe dike hem jî li 6 neviyên xwe dinihêre. -
Koçer: Rejîma Şamê hewl dide bi birçîbûnê îradeya gel bişikîne
Hesen Koçer anî ziman, armanca ambargoya rêveberiya Şamê ya li ser herêma Kurdan a li Helebê ew e ku "Îradeya gel bi birçîbûnê bişikînin û teslîm bigirin." Koçer got, "Ev siyaset wê Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve bibe." -
TKŞ: Banga bilindkirina têkoşînê li her kesê dikin
TKŞ’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastina Medya dayî destpêkirin de diyar kir, “Li gel şervanên xwe ref bigirin. Em ê dagirkeriyê têk bibin, em ê biserkevin.”