BI DÎMEN

Nobeta Azadiyê di hefteya 649’an de ye: Berxwedan wê bidome!

Ji bo azadiya Rêber Apo 12 sal in li Strasbourg çalakiya nobetê didome. Di hefteya 649’an de koma Aarauyê nobet dewr girt û peyama, "Heta ku Rêbertiya me azad bibe em ê berxwedana xwe li her derê bidomînin” dan.

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî, ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve çalakiya “Nobeta Azadiyê” tê lidarxistin. Her hefteyê ji welatên cuda yên Ewropayê komek tê û çalakiya nobetê dewr digire. Di hefteya 649’an de koma ji bajarê Aarau yê Swîsreyê hatin, çalakî dewr girtin.

Koma Aarau nobet ji endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê Mahsum Ozer, Serhat Kanat û Hasan Huseyîn Şahîn pêk tê, Nobeta Azadiyê ya hefteya 649'an dewr girtin.

Li ser navê komê Mahsûm Ozer axivî û diyar kir ku weke gelê Kurd 13 sal in li ber Konseya Ewropayê nobeta Rêber Apo digirin û wiha got: “Rêberê me 26 sal in dîl tê girtin û 4 sal in di bin tecrîda mutleq de ye. Em dewleta Tirk a dagirker ku vê tecrîdê li ser Rêbertiyê ferz dike şermezar dikin. Em bang li saziyên navneteweyî yên ku dibêjin mafên mirovan diparêzin dikin. Bi taybetî em dixwazin CPT (Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê) û Konseya Ewropayê qanûnên xwe bi cih bînin. Hem ji bo hovîtiya ku li ser gelê Kurd û Kurdistanê tê kirin, hem ji bo desteserkirina şaredariyên me û hem jî ji bo Rêberê me yê 26 salan dîl tê girtin em dixwazin li hemberî wan bisekinin û dengê xwe bilind bikin. Li aliyê din weke Kurdên li dîasporayê û yên li Kurdistanê ne divê em Rêberê xwe biparêzin. Azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me rasterast bi azadiya me ve girêdayî ye. Tecrîda li ser Rêberê me bê şik li ser tevahiya gelê Kurd tê meşandin. Em bang li her kesî dikin; li dijî zext û tecrîda desthilatdariya faşîst a AKP’ê rabin û dengê xwe bilind bikin. Berxwedana me wê her tim bidome. Heta ku Rêbertiya me azad bibe em ê li her derê çalakî û nobeta xwe bidomînin."