Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî ambargoyê daketin qadan

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî ambargoya hikûmeta Şamê derketin qadan.

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî ambargoya hikûmeta Şamê bi dirûşma “Na ji dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re na ji siyaset birçîkirinê re, bijî berxwedana gelên azad”,  bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye daketin qadan û ambargoya hikûmeta Şamê şermezar kirin. Şênî, partî, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî meşê bûn.

Şênî li kolanên sereke yên taxa Şêxmeqsûd heta benda kontrolê ya Cizîrê ya li nêzî benda kontorlê ya hikûmeta Şamê meşiyan.

Meş li benda kontrolê rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Komîteya Rûspiyên taxa Şêxmeqsûd Elî El Hesen axivî û destnîşan kir ku dorpêça li ser taxê ne nû ye, beriya wê jî çeteyên dewleta Tirk ambargo li her du taxan ferz kir.

Elî El Hesen destnîşan kir ku bi saya berxwedana niştecihên taxa dorpêça çeteyan a beriya çend salan bi bin ket û wê siyasetên hikûmeta Şamê jî vale derxin.