Fedaiyên ku bi destê PDK'ê şehîd hatin xistin - I

Hin jê di kemîneke xayin de, hinek jî bi birîndarî li nexweşxaneyê şehîd hatin xistin. Aqûbeta hinekan jî hînê nayê zanîn. Di nava 30 salan de bi hezaran fedaî bi xiyanetê hatin şehîdxistin.

Di nava 30 salan de gelek gerîlayên ji Rojavayê Kurdistanê bi destê PDK'ê şehîd hatin xistin. Malbatên gerîlayan dibêjin, ji bo bidawîkirina xiyaneta PDK'ê divê têkoşîn bê mezinkirin.

Malbatên şehîdan ji ANF'ê re qala xiyaneta li wan tê kirin û berdêlan kirin.

Yek ji gerîlayên ku bi destê PDK'ê şehîd hate xistin, Xoşnav e ku sala 1995'an li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bû. Dayika Xoşnav Fatma Seydo destnîşan kir ku divê êdî xiyaneta PDK'ê ji holê bê rakirin û ji bo têkoşînê bang li dayikên Kurd kir.

Adnan Êmo (Xoşnav) sala 1976'an li Efrîn/Kaxirê ji dayik bû. Xoşnav ku Apoyî û têkoşîna wan bihîst, di temenê xwe yê biçûkanî de xwest tevlî nava têkoşînê bibe. Lê belê ji ber ku temenê wî biçûk bû, ev daxwaza wî nehate qebûlkirin. Li hin herêman tevlî karên cuda bû.

Xoznav ku nekarî zêde bisekine, sala 1993'an tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Li herêmê demekê kar kir û piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

BIRÊKIRINA BI COŞ

Malbat û xizmên wî bi coşeke mezin ew bi rê kirin. Dayik Fatma Seydo qala wê demê kir, "Du salan li Helebê kar kir. Rojekê hat û got ku wê biçe. Me jê re kinc dirût. Pîrozbahiyek jî amade kir. Me dest û lingên wî hine kir. Govend gerand. Em bi serbilind in. Gelekî bi dîsîplîn bû. Alîkarî bi her kesî re dikir. Ji bo me nefes bû."

ROJA KU AGAHÎ JÊ RE HAT JI BÎR NAKE

Xoşnav li qada Sêdarê ya Garê di êrişa hêzên PDK'ê de sala 1995'an şehîd bû.

Dayik Fatma diyar kir ku ew roja agahîwegirtina şehadeta ji bîr nakin û got, "Rojek bû ku gelekî baranê dida. Gumguma ewran bû. Roja ku şehadeta wî hate ragihandin rejîma Baasê hate ber deriyê me. Min ji wan re got, 'sê kurên min leşkerî ji we re kir, bihêlin bila yekî jî ji Kurdan re kiribe'. Rojek ji bo me gelekî giran bû."

DI 15 SALIYA XWE DE JÎ JI BO WAN DIXEBITÎ

Fatma Seydo anî ziman ku dema bihîst kurê wê bi destê PDK'ê şehîd ketiye gelekî êşiya ye û got, "Adnan bi destê Barzaniyan şehîd bû. Zarokên min 15 salî jî ji bo wan dixebitîn. Me digot birayên me ne û hurmet jê re nîşan didan. Lê belê ev hurmeta me bi rengekî berevajî li me vegerandin. Çima ewqasî zalim in?  Yên ku cegera me şewitand bila cegera wan jî bişewite. Yekî ku Kurdistanê, Kurdîtiyê bixwaze çawa dikare zarokên vî gelî qetil bike? Zarokên me tune dikin, xwîna me vedixwin.

'XIYANET HÎNÊ NEQEDIYA YE'

Divê em li ber wan kesan rabin ku nokeriyê ji dijmin re dikin û zarokên me qetil dikin. Xiyanet hînê neqediya ye. Hîn jî zarokên me qetil dikin. Doh dilê min bû, îro yê dayikeke cuda. Ji bo cegera dayikeke din neşewite em bikevin nava liv û tevgerê."

Sibe: Du biraziyên bûn qurbanê xiyanetê