Li Minbicê 17 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku di rêzçalakiyên hêzên wan de 17 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê çalakiya ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê rojavayê bajarê Minbicê pêk anîne daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Di çarçoveya bersidana li hemberî êrîş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî û herî dawî komkujiya gundê “Fatsa” rojhilatê navçeya Eyn Îsa hatibû kirin de 3 zarok hatibûn qetilkirin, di komkujiya dubare ya li dijî gelê me yê koçber li herêma Şehba û weke tolhildana şehîdên gundê “Abdûkê” hêzên me bi hemû pêkhateyên xwe yên leşkerî rêzeçalakiyên serkeftî pêk anîn. Di van çalakiyan de baregehên dagirkeran û çeteyên wî yên li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê hedef hatin girtin.

BÎLANÇOYA ÇALAKIYAN

Di dîroka 24ˋê Mijdarê de hêzên me yên Meclîsa Minbic a Leşkerî çalakiyeke taybet û berfireh pêk anîn. Di vê çalakiyê de baregehên çeteyên artêşa Tirk ên li gundê Biwêhic El-Acemî ku dikeve rojavayê bajarê Minbicê bûn hedefa şervanên me. Di van çalakiyan de taktîkên serdegirtin, sekvanî û kemînê hatin bikar anîn û di encamê de baregehên çeteyan û wesayîtên wan ên leşkerî hatin îmhakirin. Her wiha hejmarek çekên wan hatin desteserkirin.

Ev çalakiya ku bi awayekî serkeftî pêk hat, baregeheke taybet kir armanc. Hêzên me ketin baregehên çeteyan û ew tarûmar kirin. Li vir pevçûneke dijwar qewimî û di encamê de şervanên me tirs û xofeke mezin xistin dilê çeteyan de. Bi vî rengî hêzên çete belav bûn û hejmarek ji wan dema xwestin ji derbên şervanên me birevin, ketin kemînê û derbên girantir xwarin.

Şervanên me yên ku ji destpêka pevçûnê de însiyatîfa êrîşê di destê xwe de hiştin, refên çeteyan ji hev belav kirin û rê nedan wan ku karibin ji nûve xwe kom bikin. Her wiha hewldanên wan ên revê jî ew ji derba şervanên me xilas nekirin. Piştî ku çalakî gihîşt armanca xwe, şervanên me bi giranî çûn ser cenazeyên tevahî çeteyên ku li hundir û derveyî baregehê hatibûn kuştin. Ev koma çete ya ku fermandarên wan reviyan, vîna wan a şerkirinê şikest û bi temamî hatin îmhakirin.

Di encama vê çalakiyê de 17 çete ku ji wan hejmarek fermandar bûn hatin kuştin û 6 ji wan jî bi giranî birîndar bûn. Di heman demê de 2 wesayît û 3 baregehên leşkerî hatin rûxandin û şervanên me 9 çek ku di nav de top avêt jî hebûn li gel hejmarek belge û telefonên çeteyan desteser kirin.

Ev çeteyên ku ji bermahiya rêxistina terorî ya DAÎŞ’ê pêk tên û gendeliyên mezin li herêmê pêk anîn, her wiha li bajarê Babê êş û azarên giran bi gelê me dan kişandin ku li dijî wan xwepêşandanên girseyî pêk hatin, çarenûs û cezayê xwe yê pêwîst xwarin.

Piştî ku çalakî bi dawî bû û armancên xwe pêk anî, şervanên me bi awayekî têkûz bê ku tu zerar bigihêje wan vegeriyan baregehên xwe.

Weke Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) me gelek caran tekez kir ku li hemberî her awayî êrîş û sûcên dagirkerî û çeteyên wê mafê me yê bersivdayîna rewa heye. Li ser vê bingehê jî me dem û cihê guncav hilbijart û bersiva pêwîst da dagirker û neyarên gelê xwe. Ev çalakî nîşaneya dilsozî û lehengiya şervanên me di ber parastina gelê me û tolhildana ji sûcên ku dagirkerî li ser gel pêk tîne, bû. Bi vê wesîleyê em hemû şervanên xwe yên ku beşdarî çalakiyê bûne pîroz dikin û em şanazî û serfiraziya xwe ji ber vê çalakiya wan raber dikin. Ev çalakî wê di rûpelên bi rûmet ên têkoşîna me ya li dijî bermahiyên DAÎŞ û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de were nivîsandin."