Şêniyên Kobanê: Gerîla îradeya gelê Kurdistanê ye
Şêniyên Kobanê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser gelê Kurd û gerîlayên azadiya Kurdistanê dan û got: “Gerîla heta azadiya Kurdistanê wê li ber xwe bide û em jî piştgiriyê didin gerîlayan.”
Şêniyên Kobanê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser gelê Kurd û gerîlayên azadiya Kurdistanê dan û got: “Gerîla heta azadiya Kurdistanê wê li ber xwe bide û em jî piştgiriyê didin gerîlayan.”
Dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunekirina Kurdan hemû rêbazan şer bi kar tîne û li çiyayên Kurdistanê bi hemû çekên kîmyewî êrişî gerîlayan dike. Lê li hemberî îradeya gerîla wê dewleta Tirk a dagirker têk biçe.
Endamê saziya Malbatên Şehîdan Osmanê Elî Osê diyar kir dewleta Tirk di dîrokê de her dem teror kiriye û got: “Ji bo rêveberiyê bav û kuran hev qetil kirine. Îro jî em dibînin Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan diyar dike ku heke li ser heyvê yan jî li Efrîkayê konenî Kurdan hebe, wê wî konî rake.”
Osê bal kişand ser vî tiştî ku gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo avakirina jiyaneke nû ye û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk diyar kiribû wan li Çiyayê Kurdistanê gelê Kurd veşartine û ser wê jî beton kirine. Lê piştî avabûna PKK’ê ev beton hate parçekirin. Gerîla ji bo ku heqê xwe ji dijminê hov bistîne, şer dike.”
Osê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze fesadiyê di navbera Kurdan de çêbike û got: “Dewleta Tirk bi ser de jî li ser gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne. Mala Berzanî jî li hemberî vî tiştî bêdeng dimîne.”
Endamê Meclîsa Malbata Şehîdan a Herêma Firatê Izet Hemo daxuyakirin ku ji bo gelê Kurd ji tengasiyê rizgar bibe PKK hatiye avakirin û ev anî ziman: “PKK’ê ji bo gelê Kurd dest bi têkoşînê kir. Ji bo ku civak azad bibe û mafê xwe bi dest bixîne. Dewleta Tirk jî nexwaze civakeke demokratîk hebe û ji ber vê êrişî gerîla dike û gelek caran çekên kîmyewî yên qedexe li hemberî gerîla bi kar tîne.”
Hemo diyar kir ku wan her dem piştgirî dane gerîlayan û ew ê dîsa jî piştgiriyê bidin gerîlayan.