ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Reqayiyan êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan. -
Li dijî dagirkeriyê ciwanên Rojava serferberî îlankirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Cizîrê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê seferberî ragihand û di serî de ciwan bang li her kesî kir ku tevlê seferberiyê bibin. -
HRE: Li Marê 10 polîsên taybetên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku di 22’ê Nîsanê de wan li bajarokê Marê li dijî wesayîta zirxî ya dewleta Tirk çalakiyek kirine û di vê çalakiyê de 10 polîsên taybet mirine. HRE’yê ragihand li Babê jî çeteyekî artêşa Tirk hatiye kuştin. -
‘Bi helwesta xwe ya berxwedêr em ê dagirkeran bidin sekinandin’
Mihemed Elî yê ku ji salên 1980’î ve bi Tevgera Azadiyê ye got “Bi helwesta gelê berxwedêr em ê PDK û dewleta Tirk bidin sekinandin.” -
Dagirkeran li Efrînê kesek revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Şikato yê navçeya Mabeta ya Efrînê kesek revandin -
Dewleta Tirk êrîşî Minbic û Til Rifat dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş bire ser Minbic û Til Rifatê. -
Divê PDK ji vê şermê xwe rizgar bike
Mihemed Sedîq ê ku bavê sê şehîdan e diyar kir heke Barzanî piştgiriyê nede wê dewleta Tirk nikaribe wisa bi rihetî êriş bike. -
Melkonyan bang li Ermenan kir
Yek ji fermandarê Tabûra Ermenana Nûbar Melkonyan: Êrîşa li Qerebaxê ji bo Kurdan çawa xetere be, îro êrişa li Zapê jî ji bo dîasporaya Ermenan xetere ye. Ji ber vê divê em pişta gerîlayan bigirin. -
Dewleta Tirk Şehba û Şera bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker gundên Um El Qura, Şêx Îsa, Eyn Deqnê û Belûniyê yên Şehbayê û gundên Malikiyê, Şêwarxa û Merenaz ên girêdayî Şerayê bombebaran kir. -
Kawa Nadir: Ya ku dewleta Tirk dixwaze şerê Kurd-Kurd e
Çalakvanê Siyasî û Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir diyar kir, ku divê PDK ji dîroka di navbera pêywendiyên Kurdistanî û desthilata Tirkiyê sûd werbigire û baweriya xwe bi dewleta Tirkiyê neyne. -
Dagirker gundên Efrîn û Şehbayê bomberdûman dikin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şeraya Efrînê û yên bi ser Şehbayê bomberdûman kirin. -
Artêşa Tirk a dagirker dîsa Kobanê bomberdûman kir
Artêşa Tirk a dagirker dîsa li navenda bajarê Kobanê da. -
Dewleta Tirk navenda Kobanê bombebaran kir
Dewleta dagirker a Tirk êrîşî navenda Kobanê kir. -
'Dawiya dawî rêya berxwedanê bi ser dikeve'
Ehemd Cafer ê ji Helebê diyar kir ku PDK'ê rêya xiyanetê hilbijartiye, wan jî rêya berxwedanê danîne ber xwe û got, "Serketin her tim ya rêya berxwedanê ye." -
Dewleta Tirk bombe li Zirganê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êriş bir ser navenda navçeya Zirganê û gundên Dada Ebdal, Eesediyê, Ûm Hermela Bobî, Til Werd û Xirbet Şeîr. -
'Li ber êrişkariya dagirker rabin'
Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo destnîşan kir ku ji bo civaka azad, demokrasî, ewlehî û aramiya herêmê divê gelên herêmê li ber êrişkariya dagirker a dewleta Tirk rabin. -
Dest ji lingên xwe berda, ne ji meşa şoreşê
Deştî zarokê Efrînê, dilê Helebê, lehengê Kobanê êşa Tebqayê bû. Li Kobanê du lingên xwe ji dest da, lê meşa xwe ya şoreşê dewam kir, heta ku gihîşt hevalên xwe ku di kemîneke xayin de bi 13 fîşekan şehîd bû. -
Malbatên şehîdan û gaziyan êrîşên dagikirinê şermezar kirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li gelek navendên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê gelek saziyan ve hatin şermezarkirin. -
Li Kobanê şehîd hatin oxirkirin
Ji bo şervanên YPJ’ê Cîhan Elî, Ronahî Kobanê û Dilar Heleb ên di 20’ê Nîsana 2022’an di encama êrîşa balafirên bê mirov ên dewleta Tirk de li Kobanê şehîd bûn, li Goristanaf Şehîdan a Şehîd Dîcle meresima oxirkirinê hate lidarxistin. -
Bi hezaran şêniyên Efrînê xwedî li berxwedana gerîla derketin
Koçberên Efrînê diyar kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên PDK alîkariyê dide wê, ewê xwedî li berxwedana gerîla derkevin. -
Çalakiya 'Konê Berxwedanê' ya li Kobanê dewam dike
Bi sedan kes çûn serdana "Konê Berxwedanê" ya li Kobanê. Di serdanê de êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK'ê hatin protestokirin. -
Li Helebê gel daketin qadan, berxwedana gerîla silav kirin
Di meşa bi pêşengiya Koordînasyona Kongra Star a Helebê hati lidarxistin de êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin û berxwedana gerîla hat silavkirin. -
Dagirker Til Temirê bombebaran dikin: 3 birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Tewil ku ya Asûriyan e û Til Demşic bombebaran dikin. -
Welatiyên Eyn Îsa berxwedana gerîla silav kir
Welatiyên Eyn Îsa û Girê Spî, êrîşên dagikirinê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê pêk tên şermezarkirin û berxwedana gerîlayên azadiyê silav kirin. -
PYD: Em xwedî li têkoşîna lehengî ya gerîla derdikevin
PYD'ê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK'ê û ENKS'ê da û got, "Em ê piştgiriyê bidin têkoşîna lehengî ya gerîla."