ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Kampa Holê çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin
Di şerê ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Kampa Holê digeriyan de, çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin. -
Şehîd Îbrahîm Mihemed Omer hate oxirkirin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbrahîm Mihemed Omer bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Minbicê hate oxirkirin. -
Gelek DAÎŞ'iyên ku li hêriş anîbûn ser Kampa Holê hatin girtin
Komeke çeteyên DAÎŞ'ê hêriş anîne ser beşekî Kampa Holê ya li herêma Hesekê. Li ser vê di navbeyna çeteyan û Hêzên Ewlehiya Navxwe de şer derket û gelek çete hatin girtin. -
Li Efrînê rejîma terorê: Kesekî dî jî hate revandin
Dewleta Tirk li Kantona Efrînê li gundekî kesekî 26 salî revand. -
Aldar Xelîl: Şoreşa me şoreşa civakî ye
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşeke civakî ye û got “Armanca wê ev e ku civak li gorî reseniya xwe, rastî û xwezaya xwe bijî. Di nava wê de divê azadî, edalet û wekhevî were nîşandan.” -
Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Îbrahîm Omer li Minbicê şehîd bûye. -
‘Em hewl didin modela rêveberiyên herêmî bi cih bînin’
Alîkariya Hevserokatiya Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer diyar kir ligel ku zehmetî û problem hene, ew hewl didin pergalê bi cih bînin. -
Şêniyên Kobanê: Rêbertî xeta me ya sor e
Şêniyên Kobanê li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û gotin, "Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Ji ber ku Rêbertî ji bo me xeta sor e." -
Li Kampa Holê pevçûn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê hewldana tevgereke şaneyên çeteyên DAIŞ'ê têk bir û hejmarek çete girtin. -
Li Girê Spî du çete hatin kuştin
Li gundê Renîn du çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. -
Dagirkeran li Efrînê 2 welatî revandin
Li navçeya Mabata dewleta dagirker a Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wî du welatî revandin. -
Li Girê Spî mayîn teqiya: 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn
Li gundê Kor Hesen ê Girê Spî, mayîna çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi leşkerên hikûmeta Şamê ve teqiya û di encamê de 2 leşker birîndar bûn. -
Yekîtiya Jinên Ciwan: Em ê şopdarê xeta lehengiyê bin
Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya Heftiya Lehengiyê li qada şehîd Egîd meresimek leşkerî li dar xist û daxuyanî dan çepmeniyê. -
Li Kobanê fermandar Egîd hate bîranîn
Li Kobanê Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) çalakiyek li dar xist. -
‘Heta ji Îmraliyê agahî werin, em ê li qadan bin’
Malbatên şehîdên Rojava nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Îmraliyê dan û gotin “Heta ku em ji Îmraliyê agahiyan bistînin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.” -
'Rojava şoreşeke rasteqîn e'
Ji beşdarên Konferansa Enternasyonal a Rojava Têkoşer Lewend ê Spanî anî ziman ku Rojava xewn nîne, lê rastî ye û got, "Şoreş pêkane û em dikarin bi hev re xwe bigihînin cîhaneke nû." -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê dibistan gulebaran kir: 10 Zarok birîndar bûn
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Mîrkanê yê navçeya Mabatayê dibistana gund gulebaran kir. Di encama gulebaranê de 10 zarok birîndar bûn. -
Ciwanên Amûdê ji bo Hefteya Lehengiyê meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya çalakiyên Hefteya Lehengiyê de meşek li dar xistin û berxwedana gerîlayan silav kirin. -
Di çarçoveya Hefteya Lehengiyê de li kantona Hesekê çalakî hatin lidarxistin
Bi wesîleya Hefteya Lehengiyê de şêniyên kantona Hesekê çalakiyên cihêreng lidar xistin. Di daxuyaniya li Hesekê de hate gotin, “Meşeleya ku Mezlûm Dogan ji bo xelasiya ji zilma di girtîgeha Amedê de vêxist, li hemû Kurdistanê belav bû.” -
Li Dêrîkê ji bo 96 şehîdan merasîma bîranînê hat lidarxistin
Bi tevlêbûna bi dehan welatiyên Dêrikê ji bo 96 şehîdên ku di nava 3 mehên Çile, Sibat û Adarê de li cih û demên cuda şehîd bûne merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Soza şopandina rêya şehîdan hat dayin. -
Dewleta Tirk li Racoyê jinek revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê Îlham Ebdurehman revand. -
Li Şêrawayê mayin teqiya: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gundewarê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ji ber teqîna mayînekê du kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 mih mirin. -
Hesen: Piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAÎŞ'ê dewam dike
Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Hesen diyar kir ku DAÎŞ çavkanî û piştgiriyê bi temamî ji dewleta Tirk digire û got, "Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî wan perwerde, bi rêxistin dike û dişîne." -
'Konferansa Enternasyonalîst ji bo Îtalyayê jî dikare bibe çavkanî'
Zeryan Berxwedan destnîşan kir ku Konferansa Enternasyonal a Rojava ji bo wê tiştekî nû ye û got, "Ev konferans ne tenê ji bo Rojava, lê ji bo welatê min jî dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê." -
Li navçeya Kobanê ji bo 3 şehîdan merasîmek hat lidarxistin
Bi dehan şêniyên Kobanê ji bo oxirkirina 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hindurîn ku di dema erka xwe pêk dinanî de şehîd bibûn û , berê xwe dan navçeya Sirînê.