ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li dijî Eyn Îsa êrîşa dagirkirinê
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Seyda, Melek, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran dikin. -
Zanîngeha Kobanê dest bi pêngava paqijkirina hawirdorê kir
Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê dest bi pêngaveke berfireh a paqijkirina hawirdorê û çandina daran kir. -
Di nava çeteyan de pevçûn: Li Girê Spî 8 û li Efrînê jî 5 çete mirin
Li Girê Spî ya dagirkirî 8 çeteyên Sultan Murat hatin înfazkirin. Li Efrînê di şerê navbera komên çete de 5 çete hatin kuştin. -
Li dijî Eyn Îsayê êrîşa dagirkirinê
Artêşa Tirk a dagirker û komên paramîlîter ên girêdayî wî di van kêliyan de gundên Seyda, Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran dikin. -
'Berxwedana Bagokê mîna 15'ê Tebaxê bandor li Rojava kir'
Kamûran Hesen Mehdî destnîşan kir ku Berxwedana Bagokê ya 1'ê Nîsana 1988'an mîna Pêngava 15'ê Tebaxê bandor li Rojavayê Kurdistanê kir û helwesta wê demê ya PDK'ê bi bîr xist. -
'Bi Kongreya Neteweyî wê dawî li hevkariya PDK-dewleta Tirk bê anîn'
Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed diyar kir ku bi Kongreya Neteweyî wê hevkariya PDK-dewleta Tirk têk biçe û got, "Ruhê neteweyî yê bi kedeke mezin hate afirandin wê êrişên dewleta Tirk û propagandayên PDK-ENKS'ê bişikîne." -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4’ê Nîsanê hete pîrozkirin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan şitil hatin danîn û şahî hatin lidarxistin. -
Dewleta Tirk êrîşî Zirganê kir: Birîndar hene! - HATE NÛKIRIN
Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li navçeya Zirganê bombebaran kir. Tê gotin ku birîndar hene. -
Li Kobanê 4'ê Nîsanê bi coş û girseyî hate pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kobanê bi mîtîngeke girseyî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de biryardariya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hate nîşandan. -
4'ê Nîsanê li Qamişloyê bi heybet hate pîrozkirin
Ji bo pîrozkirina rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên Herêma Cizîrê li stada 12'ê Adarê ya li Qamişloyê li hev civiyan. -
YPJ: 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û salvegera avabûna YPJ’ê pîroz be
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kir ku 4’ê Nîsanê him rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û him jî roja avabûna YPJ’ê ye û got “Artêşbûna YPJ’ê ji bo azadiya hemû jinên cîhanê pêla jiyana nû ya azad e.” -
Sozdar Dêrik: 4'ê Nîsanê roja serhildanê ye
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Sozdar Dêrik diyar kir ku demeke watedar e ku damezrandina YPJ'ê di rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de pêk hat û got, 4'ê Nîsanê rojeke serhildanê ye. -
QSD: Dewleta Tirk wesayîta Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan bombebaran kir
QSD’ê ragihand ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîta ku tê de yek ji endamên Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Suryan Orm Marukî hebû, bombebaran kir. -
Li Dêrikê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
Welatiyên Dêrikê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çarêyên Zehêriyê ya rojhilatê Dêrikê pîroz kir. -
Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Li Qamişlo teqînek pêk pêk hat û di teqînê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. -
Li Kobanê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
Li Kobanê çalakiyên bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya Ocalan bang hat kirin
31 partî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 73’emîn rojbûna wî de li hev civiyan. -
Dewleta Tirk Zirgan topbaran kir, kesek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker careke din Zirgan topbaran kir. Di van êrişên ku welatî rasterast bûn armanc de kesek birîndar bû. -
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şitlên daran hatin çandin
Bi boneya 4’ê Nîsanê 73’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê bi hezaran şitlên dar hatin çandin. -
PYD'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. -
'Kurdistan navenda têkoşînê ye'
Enternasyonalîstê Îrlandayî Aşitî Rebin destnîşan kir ku têkoşîna li Kurdistanê ji bo tevahiya cîhanê ye. -
Hevjînên Rojavayî qala dîtina Abdullah Ocalan kirin
Loma Mehmûd Hisên û hevjînê wê Îsmaîl Ferho qala dîtina Rêberê Gelê Kurd kirin û gotin, "Mirov pêl bi pêl dihatin gel Rêbertî. Ji Şamê heta Lubnanê ji otobusan rêzên dirêj çêbûbûn. Vî dîmenî hesta azadiya Kurdistanê dida mirovan." -
Dewleta Tirk li Efrînê welatiyek revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek li gundê Xalta yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê revand. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan çalakiyên cuda hatin lidarxistin û şitil hatin danîn. -
Kobanî çûn gundê Elpelûrê û bi vekirina pêşangehekê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
Şêniyên Kobanê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û bi wesayîtan li tevahî kolanên bajêr geriyan û piştre bera xwe dan gundê Elpelûrê, li wir pêşangeheke wêneyan ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin.