Li Kurdistanê berf: Rê hatin girtin
Li Kurdistanê ji ber barîna zêde ya berfê rêyên gelek gund û mezrayan hatin girtin.
Li Kurdistanê ji ber barîna zêde ya berfê rêyên gelek gund û mezrayan hatin girtin.
Li Wanê ji ber barîna berfê û bagerê, taxên Dirşik û Berekelk ên navçeya Elbakê, gundên Kevçîkan, Resan û Testîlê û Tûzek û gundên girêdayî Payîzava bi giştî 9 rêyên qadên jiyanê ji hatin girtin.
Rêya Miksê jî ji ber berf û bagerê ber bi êvarî ve hat girtin. Tîmên rakirina berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xebatên xwe yên li dijî hewayê xirab didomînin.
ŞIRNEX
Li Şirnexê jî barîna berfê didome û jiyanê asê dike. Rêya Şirnex-Dihê (Erûh) ji ber berf û bagera zêde ji bo hatûçûnê hat girtin û gelek wesaît di rê de asê man. Ajokarên ku li ser rêya xwe asê bûn ketin tengasiyê û tîmên rizgariyê xebatên vekirina rêyê dan destpêkirin.
Li ser rêya Seslîceyê ya li qûntara Çiyayê Gabarê wesayîtek ku xebatên rêyan dikir li wesayîteke din qelibî. Tevî hemû hişyariyên meteorolojiyê rayedaran ti bergirî negirt û barîna berfê bû sedema qezayan.
COLEMÊRG
Li navend û navçeyên Colemêrgê ji ber zêdebarîna berfê dibistan ketin betlaneyê. Li tevahiya bajarî ligel saziyên taybet ên perwerdehiyê dibistanên zarokan, dibistanên seretayî, navîn û amadeyî, ji bo rojekê navber dan perwerdehiyê.