Malbatên gerîla yên Rojavayî ku di êrişên xiyanetê yên PDK'ê de xizmên xwe ji dest dan, diyar kirin ku li dijî xayinên bi dijmin re hevkariyê dikin divê têkoşîn bê xurtkirin.
Yek ji gerîlayên ku di êrişên xiyanetê yên PDK'ê de jiyana xwe ji dest da, Mûstafa Ehmed ê Efrînî ye ku bi navê Diyar li nava gerîla dihate naskirin. Mûstafa Ehmed sala 1971'ê li Basûta ya Efrînê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Hîn biçûkanî bi hatina kadroyên Tevgera Azadiyê ya Kurd a li Rojava, kete nava lêgerîna têkoşînê. Mûstafa Ehmed ê tevlî karên çandê bû, sala 1993'an beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê bû.
Li Efrîn û Helebê 3 salan karê rêxistinî yê tevgerê meşand û sala 1996'an berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Di sala 1997'an de li herêma Zapê di êrişa hêzên PDK'ê de tevî 9 hevalên xwe şehîd bû.
YEKÎ TÊKOŞER BÛ
Firyal Ehmed bi van gotinan qala kekê xwe Şehîd Diyar kir, "Em 8 xwişk û bira bûn, mezinê me ew bû. Yekî têkoşer bû. Xwedî li xwişk û birayên xwe derdiket, ew diparast. Ne tenê ji bo xwişk û birayên xwe, ji bo hevalên xwe jî bi wî rengî bû. Kesekî xurt ê rêxistinî bû. Hevalên xwe li dora xwe dicivand û pirtûk dixwend. Bi qasî ku xwe bi pêş dixist, derdora xwe jî bi pêş dixist."
Firyal Ehmed li ser tevlîbûna kekê xwe li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd û pêvajoya piştî tevlîbûnê wiha axivî, "Lîse qedandibû. Kaxiza wî ya leşkeriyê hatibû. Dema ku malbata min jê re got ku wê biçe leşkeriyê, wî got 'Ez ê ti carî leşkeriyê ji rejîmê re nekim'. Havîn bû, me li bexçe mişmiş didan hev. Hate malê û rahişt tiştekÎ û çû. Em lê geriyan, lê me nedît. Me pirsî bê bi ku ve çûye. Piştî 3 rojan em hîn bûn ku tevlî perwerdeya Tevgera Azadiyê bûye. Piştî 25 rojan jî hat. 2-3 saetan li gel me ma û got ku wî biryar daye tevlî nava tevgerê bibe."
RÊWÎTIYA BER BI ÇIYÊ VE
Firyal Ehmed diyar kir ku kekê wê Mûstafa sala 1996'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û wiha dewam kir, "Demekê li Şêrawayê, piştre jî li Efrîn û Bilbilê kar kir. Piştre çû Helebê. Rojekê agahî şand. Berêvarê bû. Dixwest ku malbat hemû bê Helebê. Dema ku em bi malbatî çûn, ji me re got ku dixwaze li çiyayên Kurdistanê têkoşînê dewam bike, xatir xwest û bi rê ket. Piştî demekê name û wêneyê wî hat. Di nameya xwe de diyar kir ku ew gihîştiye cihê xwe, niha li Zapê ye û karê wî gelekî baş dimeşe."
KIRYARÊN WAN DÛRÎ KURDÎTIYÊ YE
Firyal li ser êrişa xiyanetê ya ku bû sedem kekê wê şehîd bibe, ev agahî parve kir: "Hêzên PDK'ê êriş biribûn ser herêma Zapê. Me bihîst ku kekê min tevî 9 hevalên xwe şehîd bûn. Her wiha hinek bi birîndarî ji şer rizgar bûn. Dema ku birîndar hatin Sûriyeyê, me ew dîtin û ji me re qala bûyerê kirin."
Firyal bal kişand ser xiyaneta bêdawî ya PDK'ê û got, "Bi gotinê dibêjin ew Kurd in, lê belê kar û kiryarên wan dûrî Kurdîtiyê ne. Eger Kurd bûna wê li zarokên vî gelî nexistibûna. Bi salan e dixwazin şerê birakujiyê bikin. Her kes zane ku dewleta Tirk dijminê wkurdan e. Destê xwe dane destê dijminên Kurdan, bûne hevparê wan. Her tim dixwazin me tune bikin. Li dijî Kurdan û fikrê wan şer dikin. Dewleta Tirk çi dike PDK jî heman tiştî dike."
NEDANA CENAZEYAN HER TIŞTÎ EŞKERE DIKE
Firyal Ehmed işaret bi nêzîkatiya PDK'ê kir ku cenazeyên şehîdan jî nade û destnîşan kir ku ev yek bi tena serê xwe radixe pêş çavan bê PDK dixwaze çi bike û çi dike. Firyal Ehmed herî dawî ev bang kir, "Bang li PDK'ê dikim; dest ji kiryarên xwe berdin, bes bi dijmin re tevbigerin. Li xeta welatparêziyê ya Kurdîtiyê vegerin. Dixwazim bang li gelê Kurd jî bikim. Dem hatiye ku hesab ji wan kesan bê pirsîn ku zêdeyî 30 sal in xiyanetê li Kurd û Kurdistanê dikin. Yên ku bi dijmin re bûne yek û xiyanetê li gelê xwe dikin wê rojekê teqez hesab bidin."
Sibe: Mihemed Habeş qala keça xwe Kîbar Habeş (Necbîr) kir ku ji aliyê PDK'ê ve hate qetilkirin.
ANF | Fedaiyên bi destê PDK’ê hatine şehîdxistin – III (anfkurdi.com)
ANF | Fedaiyên ku bi destê PDK'ê şehîd hatin xistin- II (anfkurdi.com)
ANF | Fedaiyên ku bi destê PDK'ê şehîd hatin xistin - I (anfkurdi.com)