Şêniyên Til Temir û Tebqayê Dayika Uveyş bibîr anîn
Welatiyên Til Temir û Tebqayê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan bibîr anîn.
Welatiyên Til Temir û Tebqayê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan bibîr anîn.
Koodînasyona Kongra Star a navçeya Til Temir ya kantona Hesekê bi daxuyaniyekê dayika Uveyş bi bîr anî.
Endama Koordînasyona Kongra Star Madlîn Ibêd daxuyanî li navenda Kongra Star a Til Temirê xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dayika Ocalan jî mînaka dayika wêrek bû. Dayika Uveyş malbata xwe xwedî dikir û her tim zarokên xwe li ser kar û xebateke cidî hişyar dikir, her wiha dihişt ku mafên xwe bi dest xwe bistînin, xwe pêş bixin û bibin xwedî biryar. Rêber Abdullah Ocalan bi rêya dayika xwe hêza jinan nas kir.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Jinan di hemû qadên leşkerî, siyasî û civakî de îsbata xwe kir, heta ne tenê ev qad, lê belê di hevserokatiyê û birêvebirina saziyan de jî.”
Kongra Star da zanîn ku jinan li ser bingeha felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ava kir, bi têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di cîhanê de deng veda.
TEBQA
Bi heman boneyê endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku ew deyndarên keda dayika Uveyş û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, lewma divê li hemberî vê wefadar bin.
Endamên saziyên Tebqayê, her wiha rêxistinên civaka sivîl tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Endama nivîsgehê Nûr El-Hefnê li pêşiya avahiya Kombûna Zenûbiya daxuyanî xwend.
Di daxuyaniya Kombûna Jinan a Zenûbiya de hate gotin: “Dayika Uveyş mînaka jina azad û xurt a ku serî li hemberî zilmê dananî û zarokên xwe li ser van pîvanan mezin kir. Vê dayikê bi keysayeta xwe rêberekî mezin xuliqand, ew jî li keda dayik û jinan xwedî derket. Li aliyekî din xwedî felsefeya azadiya jinan e ku bi milyonan jin tev li rêya azadî û rûmetê bûne û dibin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: “Di salvegera 29’emîn a koçkirina jina gewre de, em dibêjin, te ji me re rêberek anî ku ji bo gelê bindest menareya azadiyê ava kir û projeya neteweya demokratîk pêşkêşî me kir. Niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî em li ser bingeha wê xwe bi rê ve dibin û bû sedem ku jin di civakê de bi rola xwe ya pêşeng de rabin.”
Di dawiya daxuyaniya Kombûna Jinan a Zenûbiya de wiha hate gotin: “Keda dayika Uveyş û rêber Apo raberî me kir, em deyndarên wê ne û divê em lê xwedî derkevin. Li aliyekî din jî em asta têkoşîna xwe bilind bikin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.”