ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Malbatên Şehîdan: Li hemberî dagirkerî û xiyanetê Kurdistanê biparêze
Malbatên Şehîdan ên li Helebê bertek nîşanî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê dan û gotin: “Li hemberî dagirkerî û xiyanetê Kurdistanê biparêze.” -
PYD: Em li hemberî êrişên dewleta Tirk helwest bigrin!
PYD’ê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da û got, “Wê dîsa dewleta Tirk bin bikeve.” PYD’ê banga helwestgirtina li hemberî êrişan kir. -
Şêniyên Tirbespiyê û Girkê Legê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li dijî êrişên nû yên dewleta Tirk a dagirker li hemberî Qadên Parastina Medyayê danî destpêkirin, li navçeya Tirbespiyê û Girkê Legê yên Kantona Qamişloyê bi sedan kes daketin qadê. -
Gelê Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Gelê Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê her dem piştgiriyê bidin gerîlayan. -
Hêzên Parastina Xabûrê nasnameya şehîdekî xwe ragihand
Hêzên Meclîsa Parastina Xabûrê ragihand ku şervanê wan Zeya Til Temir şehîd bûye û soz da ku wê herêmê biparêzin. -
Gelê Rojava: Li hemberî êriş û dagirkeriyê em bi gerîla re ne
Ji Efrînê heta Kobanê ji Qamişlo heta Dêrikê gelê Kurd nerazîbûn nîşanî êrişa dagirker a dewleta Tirk û PDK’ê da û gotin “Em bi gerîlayan re ne.” -
Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundewarên Til Temirê dike
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi çekên giran êrişî gundewarên navçeya Til Temirê ya Hesekê dike. -
Çiya Kurd: MÎT û îstîxbarata Sûriyeyê bi hev re dixebitin
Bedran Çiya Kurd diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê bi plana xwe ya îmhaya Rojava dixwaze bi Şame re li hev bikin û got, "Bi van hevdîtinan dixwazin li ser dijberiya li hemberî Rêveberiya Xweser û Rojava li hev bikin." -
Dewleta Tirk careke din êrişî Zirganê kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî navçeya Zirganê topbaran dike. -
Li dijî Til Temirê êrîşên dagirkirinê
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundên Qibûr Qeracna, Dirdara û Til Şenan bombebaran kirin. -
Şervanê QSD’ê Canfeda hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Mihemed (Canfeda) li Goristana Şehîd Dîcle bi beşdariya sedan şêniyên Kobanê ve hate oxirkirin. -
Welatiyên Hesekê li hemberî xiyaneta PDK’ê meşiyan
Welatiyên Hesekê li hemberî xiyaneta PDK’ê derketin qadan û banga yekitiya neteweyî kirin. -
QSD’ê careke din dewleta Tirk derewand
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê îdiaya dewleta Tirk ya têkildarê şehîdbûna 13 şervanên QSD’ê derewand. -
Li Tirbespiyê Enqere, Bexda û PDK hatin şermezarkirin
Şêniyên Tirbespiyê û Yekîtiya Jinên Ciwan hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker û lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de protesto kirin. -
'Heta vegera li Efrînê em ê li ber xwe bidin'
Xaziyên Berxwedana Serdemê diyar kirin, ku hêz û moralê xwe ji gelê xwe werdigirin û destnîşan kirin ku heta vegera li Efrînê ew ê li ber xwe bidin. -
Artêşa Tirk bi saetan bombe li Eyn Îsayê barand
Artêşa Tirk a dagirker gundên Seyda û Mielekê yên Eyn Îsayê û derdora Rêya Bejahî ya M4 nîvê şevê bi saetan bombebaran kir. -
Xelkê Şehbayê li dijî dorpêçî û ambargoyê li ber xwe dide
Li Şehbayê ku ji ber ambargoya li çar aliyan sotemenî û madeyên xwarinê bi buhayekî gelekî zêde tê firotin, xelk dibêje "Ji bo pûçkirina vê konsepta tunekirinê em amade ne bi her awayî têbikoşin." -
Dagirkeran gundê Til Temirê topbaran kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundê Til Tewil ê girêdayî Til Temirê topbaran kir. -
Dewleta Tirk a dagirker jinek ji Efrînê revand
Teşkîlata Îstixbaratê ya Mîllî ya Tirk a dagirker jinek ji gundê Mosako ya navçeya Raco ya Efrînê li Cerablûsê revand. -
Bi sedan xelkê Rojava li dijî xiyanet û dagirkeriyê daketin qadan
Bi sedan kesê li Girkê Legê li ser banga Meclîsa Malbatê Şehîdan li dijî xiyaneta PDK’ê daketin qadan û meşiyan. -
Dewleta Tirk vê carê êrişî Eyn Îsayê kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundên Dibis, Hoşan, Xalidiye, Fatsa û Mişêrfa yên Eyn Îsayê û derdora rêya M4’ê topbaran kir. -
Dewleta Tirk êrişê Zirganê kir
Dewleta Tirk navenda bajarokê Zirganê û gundê Xirbet Şeîr ê başûrê bajarokê topbaran kir. -
Dewleta Tirk êrişê gundên Til Temirê kir
Dewleta Tirk gundên Tewila, Um Elkêf û Til Tewil ên Til Temirê bi dijwarî topbaran kir. -
Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşiyan
Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê li dijî ambargo û dorpêçiya ku hikumeta Şamê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz dike, meşiyan. Di çalakiyê de hate xwestin, ku bendên li dora herdu taxan bêne rakirin. -
Kesên ji zilma dewleta Tirk reviyane: Em êdî azad in
Gelê ku ji qadên di bin dagirkeriya dewleta Tirk reviyan ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî û Hêzên Asayîşê gihiştin qadên ewle. Malbatan diyar kirin ev du sal in ew di girtîgehê de bûne.