FMWJ: Rojnamevanan demildest serbest berdin

Foruma Rojnamevanên Jin ên Behra Spî (FMWJ) bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanên li Tirkiye û Kurdistanê da. FMWJ’ê xwest rojnamevan demildest bên berdan û “qirkirina siyasî" bên rawestandin.

Li Bakurê Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê bi dehan kesên ku di nav de rojnamevan jî hebûn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Rêxistinên pîşeyî yên rojnamevaniyê yên navneteweyî bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî û binçavkirina 14 rojnamevanan dan.

Foruma Rojnamevanên Jin ên Behra Spî (FMWJ) a ku 2 roj in li bajarê Barî yê li başûrê Îtalyayê didome, der barê operasyonên qirkirina siyasî yên polîsên Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û mertopolên Tikriyeyê dane destpêkirin daxuyaniyek da. FMWJ, xwest ku rojnamevanên hatine binçavkirin demildest werin berdan û “qirkirinên siyasî" bi dawî bibe.

FMWJ'ê daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir ê Tirk bi bîr xist û navên rojnamevanên hatin binçavkirin jî wiha hat gotin: "Îro danê sibehê li gelek bajarên Amedê, Stenbol, Êlih, Mêrdîn û Şirnexê operasyonên nû yên polîsan hatin lidarxistin. Wezîr Alî Yerlîkaya ragihand ku li 30 bajaran di serdegirtina malan de 231 kes hatine binçavkirin. Di operasyonan de Erdogan Alayûmat (rojnamevan), Tugce Yilmaz (rojnamevan), Bîlge Aksû (rojnamevan), Ahmet Sunbul (rojnamevan), Roza Metîna (Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Bîlal Seçkîn (rojnamevan), Mehmet Ucar (rojnamevan), Suzan Demîr (rojnamevan), Ardîn Dîren (werger-derhêner), Dogan Guzel (karîkaturîst), Hîcri Îzgoren (nivîskar), Omer Barasî (wergêr-nivîskar), Baver Yoldaş (koordînatorê weşanxaneyê),  Havîn Derya (rojnamevan) jî di nav de gelek nivîskar û rojnamevanên Kurd hatin binçavkirin.”

FMWJ’ê cih da daxuyaniya Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) ya têkildarî operasyonên qirkirina siyasî û wiha domand: “Aqilê ku bi rêya ‘qanûna sansûrê’, ‘sîxûriya tesîrê’ û hwd. hewl dide sansûrê asayî nîşan bide, bi operasyonên girtin û binçavkirinan hewl de vê rewşê mayinde bike. Çapemeniya Azad ji bo ragihandina heqîqetê têdikoşe lewma hedef tê girtin. Feraseta ku bi rêya binçavkirinan hewl dide heqîqetê veşêre, mîna duh dê îro jî nekare encamekê bi dest bixe. Em binçavkirina rojnamegeran qebûl nakin û dixwazin ku tavilê bên berdan. Rojnamevanî ne sûc e."

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em weke Foruma Rojnamevanên Jin ên Behra Spî hevrêtiya xwe ya bi hevrêyên xwe yên DFG'ê re radigihînin û bang dikin ku divê hevpîşeyên me yên Kurd demildest  bên berdan û bila dawî li 'qirkirina siyasî' ya rejîma Erdogan bê."