Li gel astengiyên fîzîkî jî xaka xwe diparêze

Mihemed Emîn ê HPC'î, tevî ku astengiyên xwe yên fîzîkî hene jî 6 sal in xaka xwe diparêze. Mihemed Emîn got, "Parastin bingeha jiyanê ye. Erka her kesî ye."

Mihemed Emîn ku bi nexweşiya Pir tilî (Polîdaktîlî) ye, wiha axivî "Erka parastinê ne tenê wezîfeya şervanên QSD/YPG/YPJ'ê ye. Em jî bi qasî wan berpirsyar in ku xaka xwe biparêzin. Divê her kes di bin sîwana HPC'ê de xaka xwe biparêze."

Mihemed Emîn ku li gel astengiyên fîzîkî jî 6 sal in di bin sîwana Hêzên Parastina Civakî (HPC) de xaka xwe diparêze, qalê kir ku çawa astengî ji pêşiya xwe rakiriye û çima tevlî nava hêzên xweparastinê bûye.

Mihemed Emîn ê ji Qamişloyê anî ziman ku wî têkoşîn bi Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û wiha dewam kir, "Salên 1990'î piştî ku PKK'iyan li Rojava dest bi belavkirina belavokan kirin, me jî têkoşîn nas kir. Em hingî bi wate û girîngiya têkoşînê hîn bûn. Şoreşa PKK'ê gelek tişt hînî me kir. Eger em îro dikarin têbikoşin, em deyndarê PKK'ê ne."

PARASTIN BINGEHA JIYANÊ YE

Mihemed Emîn sedema tevlîbûna li nava karên HPC'ê wiha vegot: "Dema ku Şoreşa Rojava destpê kir, em li Şamê bûn. Piştî ku em pê hesiyan em li xaka xwe vegeriyan. Bi şoreşê re tevî parastina xaka xwe em hînî gelek tiştan bûn û me pêk anîn. Di dema rejîma Baasê de em tenê ji bo têrkirina zikê xwe dixebitîn. Niha em malbat, xak û bajarê xwe diparêzin."

Mihemed Emîn destnîşan kir ku parastin bingeha jiyanê ye û wiha dewam kir, "Parastin di nava jiyanê de tişta herî ersasî ye. Her kes divê xwe biparêze. Wezîfeya parastinê ya her kesî ye. Eger çivîk hêlîna xwe li cihekî ku kes nikare xwe bigihîne çêdike û çêlikên xwe diparêze, eger mar bi jehrê xwe diparêze, divê em jî karibin malbata xwe, cîranên xwe, xaka xwe biparêzin."

KED, DILXWAZÎ Û FEDAKARÎ

Mihemed Emîn got, "Xweparastin eleqeya xwe bi cewherê heye; bi cewhera mirovan heye. Eger mirov ne durust, têkoşer û wêrek be, nikare bike. Karekî bi dilxwazî ye. Zor û zehmetiyên xwe hene, lê belê ne ew kar e ku nikare bê kirin. Ked divê."

Emîn destnîşan kir ku rewşa wî ya fîzîkî ti carî li pêşiya jiyana wî nebûye asteng û got, "Min her kar kir, xwe li jiyanê girt. Ya girîng daxwaza kirinê ye. Eger mirov bixwaze dikare her tiştî bike. Min xwest û kir. Min îro rahiştiye çekê û malbat û xaka xwe ji nebaşiyê diparêzim."

'EZ Ê TÊKOŞÎNÊ BI HER KESÎ RE PARVE BIKIM'

Mihemed Emîn ragihand ku her kesên ji malbata wî di mijara xweparastinê de xwe perwerde ikrine û got, "Zarokên min jî xwe û nasnameya Kurd diparêzin. Îro dikarin bi zimanê xwe perwerdeyê werbigirin. Ev tiştên gelekî girîngin. Di encama têkoşîneke mezin de hatin bidestxistin. Destketiyên şoreşê me hîn xurtir dikin. Ez ji malbata xwe û cîranên xwe re qala girîngiya xweparastinê dikim. Heta ji destê min bê ez ê vê têkoşîna ku hêzê dide min bi her kesî re parve bikim."

'BI XWEPARASTINÊ KES NIKARE LI HEMBERÎ ME BISEKINE'

Mihemed Emîn bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ku gefa dagirkeriyê lê tê xwarin: "Xweparastin ne tenê karê şervanên QSD/YPG/YPJ'ê ye. Em jî bi qasî wan ji parastina xaka xwe berpirsyar in. Eger em nekin ev ê nebe wijdanî. Divê her kes destpêkê mala xwe, piştre jî cîran û taxa xwe biparêze. Dema ku ev bû hingî kes nikare li hemberî me bisekine. Li pêşiya parastina xaka xwe ti astengî nîne. Divê her kes di bin sîwana HPC'ê de tevlî nava xweparastinê bibe û xaka xwe biparêze."