Desteya Ciwanan û Werzîşê ya herêma Firatê dest bi 3 pêngavan kir

Desteya Ciwanan û Werzîşê ya herêma Firatê bi navê "Na ji madeyên hişbir re", "Paqijiya bajarê Kobanê" û "Têkoşîna li dijî tundiya li jinê" dest bi 3 pêngavan kir.

Endamên Desteya Ciwanan û Werzîşê ya herêma Firatê di çarçoveya pêngavên "Na ji madeyên hişbir", "Paqijiya bajarê Kobanê" û "Têkoşîna li dijî tundiya li jinê" broşur li nava bajêr belav kirin.

Cîgirê Desteya Ciwanan a Herêma Firatê Ehmed Derwêş li ser pêngavan axivî û anî ziman ku armanc ji pêngavan afirandina civakek ji her alî ve paqij e.

Ehmed Derwêş bal kişand ser şerê taybet ê neyaran û got, "Dijmin dixwaze ji her milî ve ciwanan dûrî çand û civaka xwe bikin. Bikaranîna madeyên hişbir bandoreke giran li nava civak û malbatê dike."

Ehmed Derwêş diyar kir ku ji bo civakeke paqij a ji her alî ve ew amade ne her tiştî bikin.

Her wiha bal kişand ser pêngava têkoşîna li dijî tundiya li jinê û bal kişand ser rola pêşengiyê ya jinan a di nava Şoreşa Rojava de: "Di Şoreşa Rojava de yên ku gel bi rê ve dibin jin bi xwe ne. Rêbertî dibêje 'Jin ji bo me xeta sor e'. Jin dikare her tiştî bi rê ve bibe."

Ehmed Derwêş anî ziman ku pêngavên wan wê dewam bikin, di vê çarçoveyê de wê wêne li ser dîwaran bêne xêzkirin û li gund û bajaran semîner bêne dayin.