'Şoreşa Rojava ji bo cîhana rojavayî tiştekî nû ye'

Xebat Kuye yê ji Îngilistanê ku demeke di nava parastina Rojava de ye, wiha axivî "Gelekî hêja ye ku mirov bê vir û bibe parçeyek ji şoreşê. Têkoşîn û jiyana li vir ji bo cîhana rojava tiştekî nû ye."

Endamê Tabûra Enternasyonal a YPG'ê Xebat Kuye yê ji Îngilistanê, ji ANF'ê re qala pêvajoya beriya hatina Rojava, nêrîna ji derve ya li şoreşê û çavdêriyên xwe yên li Rojava kir.

Xebat ku beriya sal û nîvekê hate Rojava cihê xwe di nava Tabûra Enternasyonal a YPG'ê de digire.

Xebat diyar kir ku wî Rojava bi serketina Kobanê bihîst û got, "Sala 2015'an dema ku Kobanê ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin min hingî Şoreşa Rojava bihîst. Destpêkê min nizanîbû ku li ser şoreşê çi bifikirim. Ji me re qala rastiya şoreşê nehate kirin. Medya rojavayî ji me re bi têrkerî qalê nekir ku şoreş li ser çi ye, mirovên li Rojava ji bo çi şer dikin, bandor û îradeya li vê derê çi ye."

Xebat ragihand ku bi saya hevalê xwe yê ji bo şerê dijî DAÎŞ'ê bike hate Rojava wî agahiyên berfireh bi dest xist û got, "Piştî çend salan bi saya hevalekî xwe ku ji bo li Reqayê şerê DAÎŞ'ê bike tevlî YPG'ê bû, hinekî bûm xwedî agahî. Bi raya têkiliya bi hevalan re hîn bûm ku li Rojava çi diqewime. Gel sîstemeke demokratîk ava dikir, jinan ji bo rizgariyê têkoşîn dimeşand û têkoşîna ekolojîk hebû."

'ZEHMET E KU MIROV RASTIYA ŞOREŞÊ JI DERVE BIBÎNE'

Xebat Kuye destnîşan kir ku zehmet e Şoreşa Rojava ji derve ve bê fêhmkirin û got, "Lewma jî ji bo bi rastî fêhm bikim, nas bikim û hîn bibim hatim vê derê. Bi hatina vê derê re min gelek tişt dît. Nêrîna min a li şoreşê bi temamî guherî." Xebat Kuye wiha dewam kir, "Şêweyê rêxistinî yê gelan, hewldanên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û têkoşîna ji bo nirx û destketiyan gelekî bi bandor e. Cîhana rojava nikare fêhm bike ku li vir çi tê avakirin. Ji ber ku mirovên li vê derê paşeroja xw egirîng dibînin û ji bo paşeroja xwe daxwaza mafê demokratîk dikin."

'EM WEKE PARÇEYEK JI ŞOREŞÊ TÊNE QEBÛLKIRIN'

Xebat Kuye anî ziman ku bi saya fikrê Neteweya Demokratîk enternasyonalîst bêyî cudahiyekê bibînin cihê xwe di nava têkoşîna li herêmê de digirin û got, "Ji bo min gelekî girÎng bû ku bibim parçeyek ji jiyana şoreşê. Gelekî hêja ye, tevî ku em enternasyonal in jî weke parçeyek ji şoreşa li vê derê têne qebûlkirin. Bi avakirina Neteweya Demomkratîk re civak li hev kom bûn û jiyaneke azad ava dikin."

'GELEK TIŞT HENE KU TECRÛBEYA WÊ EM DIKARIN BIGIHÎNIN WELATÊ XWE'

Xebat Kuye bang li her kesî kir ku têkoşîna Şoreşa Rojava ji nêz ve bibînin û got, "Ji bo fêhmkirina tecrûbeya li vê derê, ji bo jiyana li nava bedewiyên li vê derê divê mirov werin vê derê. Gelek tişt hene ku mirov li vê derê hîn bibe û şoreşê bigihînin welatê xwe."