QSD’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir

QSD’ê nasnameya şervanê xwe Heqî Til Temir ku di encama qezayekê de şehîd bûbû, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanê xwe Heqî Til Temir (Remedan Elî El Salim) ku di qezayeke leşkerî de di dema pêkanîna erkê xwe de şehîd bû, eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku şehîd Heqî roleke girîng û sereke di têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê de lîst û di gelek pêngavên leşkerî wekî "Xezeba Firatê" û "Bagera Cizîrê" û yên rizgarkirina bajarên wekî Hesekê û Minbicê de beşdar bû.

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nasnav: Heqî Til Temir

Nav û paşnav: Remedan El Salim

Navê dayikê: Fatme

Navê bav: Elî

Cih û dîroka jidayikbûnê: El Murebe 1995

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor - Xeta Rojhilat - 24'ê Mijdara 2024.