Fedaiyên ku bi destê PDK'ê şehîd hatine xistin – V
Keça Mihemed Hebeş, Kîbar sala 1997'an di kemînê de şehîd bû. Bi Mihemed gelekî zor e ku keça wî, evîndara Kurd û Kurdistanê bi destê PDK'ê hatiye şehîdxistin.
Keça Mihemed Hebeş, Kîbar sala 1997'an di kemînê de şehîd bû. Bi Mihemed gelekî zor e ku keça wî, evîndara Kurd û Kurdistanê bi destê PDK'ê hatiye şehîdxistin.
Malbatên gerîlayên Rojavayî yên bi xiyaneta PDK'ê şehîd hatin xistin, diyar kirin ku ji bilî PKK'ê ti partiyê tiştek nedaye vî gelî û gotin, "Kiryarên rêxistinên mîna PDK'ê li pêş çavan e." Malbatan qala xiyaneta bêdawî û berdêlên hatine dayin, kirin.
Kîbar Hebeş, bi navê xwe yê li nava gerîla Necbîr Koçer. Sala 1977'an li Efrîn/Tifle ji dayik bû. Necbîr a ku bi Apoyî û têkoşîna wan hesiya, hîn biçûkanî dixwest tevlî bibe. Ji ber ku temenê wê biçûk bû tevlîbûna wê nehate qebûlkirin. Lewma jî demekê li herêmê hin kar kir. Necbîr piştî hewldanên dûr û dirêj sala 1994'an tevlî nava refên gerîla bû.
Mihemed Hebeş qala keça xwe Kîbar kir: "Zaroka min a destpêkê bû. Gelekî hêja bû. Aram bû. Bi biryar bû. Dema biryar li ser tiştekî dida, heta ku bi cih bîne hewl dida. Jiyan jî, têkoşîna wê jî bi vî rengî bû. Bi dizî pirtûk dixwend, ji aliyê Kurdîtî û têkoşînê ve xwe bi pêş ve dibir."
NÎŞAN DA KU DIKARE BIKE
Mihemed got, "Necbîr gelekî israr kir ku tevlî nava refên gerîla bibe" û wiha dewam kir, "Timî digot ku dixwaze tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bibe. Ji bo tevlî bibe gelekî hewl da û bi daxwazeke mezin tevlî bû. Du salan kar dikir, lê haya me jê tune bû. Piştre me bihîst. Dema ku me jê re digot, 'tu nikare bike' aciz dibû. Piştî ku tevlî nava gerîla bû wêneyê xwe şand. Ji bo nîşan bide ku dikare bike, wêne şandibû. Ez bi keça xwe serbilind im."
'EVÎNDARA KURDISTANÊ BÛ'
Mihemed got, "Necbîr evîndara Kurd û Kurdistanê bû" û got, "Piştî ku tevlî bû, çûbû Lubnanê. Li Bekaayê dersa zimanê Kurdî dida. Dema ku Rêbertî jê re got 'Em ê te bişînin Ewropayê ji bo karên rêxistinkirinê', wê got 'Na, ez dixwazim biçim çiyayên Kurdistanê'. Sala 1994'an derbasî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê bû."
'DI KEMÎNA PDK'Ê DE ŞEHÎD BÛ'
Mihemed Hebeş got, ew pê hesiyan ku Necbîr birîndar bûye û wiha dewam kir, "Li Garê birîndar bûbû. Ji bo dermankirinê jî diçû bajêr. Piştî ku 6 mehan ma, got ku ew dixwaze jinûve tevlî şer bibe û çû. Dawiya sala 1997'an li Garê di kemîna hêzên PDK'ê de tevî 29 hevalên xwe şehîd bû."
'GERÎLAYÊN KU JI ALIYÊ PDK'Ê VE HATIN BIRÎNDARKIRIN'
Mihemed Habeş, gerîlayên ku di êrişa hêzên PDK'ê de birîndar bûn û piştre hatin Sûriyeyê bi bîr xist û got, "Hinek ji gerîlayan di êrişa hêzên PDK'ê de birîndar bûn. Hinek hatin Sûriyeyê. Me anîn mala xwe. Me li wan dinihêrî. Hinek jê ji çavê xwe birîndar bûbûn, hinek jî lingê xwe jê bûbû."
'MESÛD NAV LI KURÊ MIN KIRIBÛ'
Mihemed bi vê gotinê nerazîbûn nîşan da, "Berê dema ku qala Barzaniyan dihate kirin kêfa me dihat. Her wiha Mesûd nav li kurê min kiribû. Eger me zanîbûya wê bi vî rengî bikira..." Mihemed Hebeş got, "Bes e êdî ji vî şerî û vê hovîtiyê re. Bes e ji qetilkirina ciwanên Kurd re. Êrişî gerîlayên Kurd dikin. Hîn jî êriş dikin. Bang li PDK'ê dikim; li Kurdîtiyê vegere. Eger Kurdîtî bi we re hebe."
Sibe: Dayik û bira qala Telcî Hemo kirin ku ji aliyê PDK'ê ve şehîd hate xistin.