Dewleta Tirk a dagiker êrişî bejahiya Zirganê kir: 5 kes birîndar bûn

Ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê El Esadiyê yê navçeya Zirganê ku bi topan hate kirin, zarok jî di nav de 5 kes birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA'yê artêşa Tirk a dagirker doh bi şev tevî çeteyên xwe êrişî herêma Zirganê ya Kantona Hesekê kirin.

Bombardûman li ser gundê El Esediyê yê li bakurê navçeyê hate kirin. Di encamê de ji malbatekê 5 kes birîndar bûn.

Agahiyên li ser kesên birîndar bûne wiha ne: Mehmûd El-Zahîr (42), Berai Mehmûd El-Zahîr (16 ), Nercês Mehmûd El-Zahîr (15) û Şefaq Mehmûd El-Zahîr( 9 ) û xizmê heman malbatê Înas Îsmaîl El-Xelef (17).