Rêxistina MLKP-Kurdistan: Rêheval Serfiraz Nîdal nemir bû

Rêxistina MLKP-Kurdistan ragihand ku Fermandarê Tugaya Behrê ya Şehîd Alîşêr Serfiraz Nîdal şehîd bûye.

Partiya Marksist Leninist Komunîst (MLKP)- Kurdistan bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku Fermandarê Tugaya Behrê ya Şehîd Alîşêr Serfiraz Nîdal (Welat Yildiz) şehîd bûye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Rêxistina MLKP Kurdistanê de wiha hat gotin: "Rêheval Serfiraz Nîdal (Welat Yıldız) bi navê partiyê di 8'ê Nîsana 2022'an de li Rojava li nexweşxaneya ku bi teşhîsa penceşêrê lê radibû, li Rojava nemir bû. Fermandarê Tûgaya Behrê ya Şehîd Alîşêr bû."

Daxuyaniya MLKP-Kurdistan wiha ye:

“Bi navê partiyê Serfiraz Nidal (Welat Yıldız) di 8’ê Nîsana 2022’an de li Rojava li nexweşxaneyê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da û nemir bû. Dema teşhîsa pençeşêrê jê re hat dayîn fermandariya Tûgaya Şehîd Alîşer Denîz dikir. Saziyên şoreşgerî di têkoşîna rêheval Serfiraz de ji bo derbaskirina nexweşiyê hemû derfetên xwe seferber kirin.

Rêheval Serfiraz  (Welat Yıldız) di 12'ê Adara 1991'an de li Amedê ji dayik bûye. Di destpêka 20 saliya xwe de wî wek komunîstekî Kurdistanê dest bi nivîsandina dîroka xwe kir. Li ser şopa şoreşger, têkoşer û azadîxwazên Kurdistanê bû komunîst.

Di 15'ê Sibata 2012'an de hat girtin û zêdetirî 5 salan di girtîgehê de ma. Ew teslîm nebû. Li ber xwe da û xwe perwerde kir.

Piştî ku ji girtîgehê derket, dest bi erkên xwe yên şoreşgerî kir. Bi coş û bawerî kar dikir. Bi hişmendiya ku rizgariya neteweyî û civakî ya Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye, di jiyana xwe ya şoreşgerî de xeta welatparêziya sosyalîst a MLKP'ê bi cih anî. Dixwest nêrîna MLKP'ê nîşan bide ku bêyî şoreşa çekdarî şoreşa Kurdistanê û rizgariya neteweyî û civakî ya Kurdistanê pêk nayê. Bêsebir bû ku bibe şervanê çekdar ê şoreşa Kurdistanê. Bi vê armancê li Akademiya Huseyîn Demircioglu perwerdeya bîrdozî, siyasî û leşkerî wergirtiye. Piştî demekê berê xwe da Rojava û axa şoreşê. Di çarçoveya amadekariyên têkoşîna şoreşgerî ya çekdarî de xwendina xwe li Dibistana Partiyê ya Şengul Boran berdewam kir.

Her çend di dilê wî de çiya hebûn jî, di parastina Şoreşa Rojava û avakirina Partiyê li Rojava de dudilî nebû û fermandariya Tûgaya şehîd Alîşer Denîz ku li eniya şer bû, girt ser xwe.

Rêheval Serfiraz bi hevgirtin û parvekirina xwe û bi biryardariya xwe ya milîtantiyê, berxwedan û fedakariya xwe bû mînak. Di têkiliyên xwe yên bi xwezayê re û di têkiliyên mirovan de jî komunîstekî dilpak û baldar bû. Li hemberî refleksên cuda yên hişmendiya serdest a mêr a li qadên xebatê û xwe, xeta partiyê ya têkoşîna azadiya jinê ji xwe re pêşengtî kir.

Rêheval Serfiraz yek ji fermandarên pêşeng ên têkoşîna me ya Kurdistaneke Yekgirtî, Serbixwe  Azad û Sosyalîst bû. Ew bazek ciwan ê komunîst yê têkoşîna me ya ji bo Kurdistana azad bû. Xeyalên û bîranîna wî soza me ya serketinê ye.“