Hêzên Parastina Xabûrê nasnameya şehîdekî xwe ragihand

Hêzên Meclîsa Parastina Xabûrê ragihand ku şervanê wan Zeya Til Temir şehîd bûye û soz da ku wê herêmê biparêzin.

Dewleta Tirk a dagirker ev demeke êrişî navçeya Til Temirê dike. Êrişên herî giran jî doh di dema cejna Paskalyayê de li gundên Suryanan pêk hatin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) doh ragihand ku şervanê Hêzên Parastina Xabûrê Zeya Til Temir di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

Îro Hêzên Meclîsa Parastina Xabûrê nasnameya şehîd Zeya Til Temir eşkere kir û soza parastina herêmê û şopandina rêya şehîdan da.

Di daxuyaniya meclîsê de wiha hate gotin:

"Ji bo gelê me yê Suryan ên li welêt û derveyî welêt, em şehadeta lehengekî Meclîsa Parastina Xabûrê ya Suryan radigihînin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê tevgerî: Zeya Til Temir
Nav û paşnav: Elaa El-Ehmed
Cih û dîroka ji dayîbûnê: Til Temir, 1996
Dîroka tevlêbûnê: 01.01.2020
Cih û dîroka şehadetê: Til Şenan (Zoma), 17.04.2022

Şehîd Elaa El-Ehmed dema bi erka xwe ya parastina gundên Suryanan radibû, gihîşt asta şehadetê.

Em soza şopandina rêya şehîd Zeya Til Temir didin."