Bi sedan xelkê Rojava li dijî xiyanet û dagirkeriyê daketin qadan

Bi sedan kesê li Girkê Legê li ser banga Meclîsa Malbatê Şehîdan li dijî xiyaneta PDK’ê daketin qadan û meşiyan.

Ji 12`ê Nîsanê ve xwepêşandanên li dijî xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan û tevgera azadiyê berdewam in.

Li kantonên Hesekê û Qamişloyê gelek xwepêşandan hatin lidarxistin. Tê paytîn ku ev xwepêşandan heta 26`ê Nîsanê berdewam bikin.

Li ser bangawaziya Meclîsa Malbatên Şehîdan, bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê ya Kantona Qamişloyê xwepêşandanek lidar xistin, hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kirin ku amadekariyên pêkanîna êrîşeke berfireh li dijî Başûrê Kurdistanê dike.

Xwepêşandê ji qada şehîd Xebat Dêrik a li rojavayê navçeyê bi dirûşma “Em li dijî xiyanetê li ber xwe bidin û rûmeta xwe biparêzin” destpê kir. Malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, saziyên civaka sivîl û oldar tevlî xweşandanê bûn.

Xwepêşandan li pêşiya sûka navendî ya navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û destnîşan kir ku dîroka PDK`ê bi xiyanetê dagirtî ye. Cemîl got: “Ji ber ku piştgiriyê dide siyasetên qirker ên dewleta Tirk ku tunekirina kurdan û dagirkirina axa wan armanc dike. PDK li dijî gelên Kurdistanê hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike. Rê ji dewleta Tirk a dagirker re vekir ku êrişî Başûrê Kurdistanê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medayayê bike. Hemwextî wê, Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyê kir û bi Erdogan re civiya. Ev nîşaneyên hevkariya wê ye.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Narîşan Berekat jî axivî û got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi doza gelê Kurd bawer in. Ji bo pêkanîna serkeftin û azadiyê bi hezaran ciwan feda kirin.”

Di dawiyê de Berekat bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember siyasetên qirkirinê serî hildin û têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.