Kesên ji zilma dewleta Tirk reviyane: Em êdî azad in

Gelê ku ji qadên di bin dagirkeriya dewleta Tirk reviyan ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî û Hêzên Asayîşê gihiştin qadên ewle. Malbatan diyar kirin ev du sal in ew di girtîgehê de bûne.

Gel ê ku li qadên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan hatine dagirkirin dijîn, ji ber şertên giran ên jiyanê û zextan direvin tên qadên rêveberiya xweser. Li başûrê Girê Spî li gundên ku dewleta Tirk dagir kirine, gel du sal in li hember zilm, şîddet û hejariyê li ber xwe dide. Bi saya xebata hevpar a Hêzên Asayîşê û Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî gel ji rêyeke ewle derbasî qadên Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Dewleta Tirk a dagirker di sala 2017’an de êrişî qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Dewleta Tirk bi çeteyên berê di nav El Nusra û OSO’yê de bûn, pêşiyê Cerablûs, Bab û Heleb dagir kir. Piştre jî li Efrînê sûcê şer kir. Dewleta Tirk di sala 2019’an de jî Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir.

Gel her ku firsendê dibîne ji qadên di bin dagirkeriyê de direvin û tên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Çar malbatên ku ji 24 kesan pêk dihatin duh sibehê bi saya xebata Hêzên Asayîşê û Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî hatin qada li rojava Eyn Îsayê. Gel ji aliyê QSD’ê ve hate pêşwazîkirin û piştî ku pêdiviyên wan ên pêşîn hatin temînkirin, teslîmî Meclîsa Gel a Eyn Îsayê hatinkirin.

‘WEKÎ KU EM JI GIRTÎGEHÊ DERKETIBIN’

Casim El Mihemed diyar kir li qadên dagirkeriyê di bin şertên zehmet de dijiyan û du salan savar xwarine û got “Li cihê ku em jê hatin, me bi tenê savar dixwar. Di dema nû ya dagirkeriyê de ji bo ku xwe li ber dilê me şîrîn bikin hin alîkarî dikirin. Lê piştî du mehan ew jî qut kirin. 7 meh in tiştekî me tunebû. Sê sal in genim tunebû. Ji roja ku ew hatin her tişt xerab bû. Dema ku em hatin vir em gelek tirsiyan me got belkî di rê de tiştek wer serê me. Lê me xwe gihand vir. Çi kesên ku alîkarî dane me, em spasiya hemûyan dikin. Em hatin vir, em aram bûn. Ji ber ku li wir wekî ku em di girtîgehê de bûn. Îro deriyên girtîgehê vebûye û em azad bûne.”

‘TEHAMULA ME JI BIRÇÎBÛN Û ZILMÊ NEMAYE’

Şehe El Ubêt jî diyar kir ew ji Girê Spî reviyane û got “Em ji birçîbûnê reviyan. Ne mazota me mabû ne jî pêdiviyên me yên sereke. Ne xwarina me mabû ne jî ya heywanên me. Bi mehan bû me ceh dixwar. Jixwe di gund de em wekî di girtîgehê de bûn. Em nikaribûn derkevin derveyî gund. Hemû xwarinên me qediyan. Êdî tehamula me ji birçîbûn û zilmê re tunebû. Em neçar man mal û erdên xwe berdin. Tu çare ji me re nehiştin. Ji ber ku em gihiştine vir, em gelekî bextewar in.”

‘GELEK KES DIXWAZIN WERIN’

Endamê Meclîsa Sivîlan a Eyn Îsayê Şîrî Ebîd jî diyar kir ku ji bo sivîlên li qadên dagirker dijîn ew ê gelek hewldanan bikin û got “Em hatine vir gelê xwe yê ji dagirkeriya dewleta Tirk direvin, pêşwazî bikin. Çi hewce bike wê meclîsa me alîkariyê bide. Gelek kes dixwazin ji wir birevin werin, em jî li gorî derfetên xwe em ê gelê xwe ji wir derxînin.”

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Girê Sipî Osman Şahîn jî got “Têkiliya me bi sivîlên wir hebû. Tevî hêzên asayîşê, me bi xebateke hevpar ew ji wir derxistin. Ev demeke dirêj bû li hemberî zilma dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe didan. Di şertên zehmet de dijiyan. Di demên dawîn de bi tenê genim dixwarin. Em gelekî bextewar in, me ew ji wir derxistine. Wê hewldanên me bidome. Gelek kes dixwazin ji wan qadên hatine dagirkirin derkevin.”