Dewleta Tirk êrişê Zirganê kir

Dewleta Tirk navenda bajarokê Zirganê û gundê Xirbet Şeîr ê başûrê bajarokê topbaran kir.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda bajarokê Zirganê û gundê Xirbet Şeîr ê başûrê wê bi çekên giran û hawanan topbaran kirin.

Topbarana li ser gundên Til Temirê jî dewam dike.