'Heta vegera li Efrînê em ê li ber xwe bidin'

Xaziyên Berxwedana Serdemê diyar kirin, ku hêz û moralê xwe ji gelê xwe werdigirin û destnîşan kirin ku heta vegera li Efrînê ew ê li ber xwe bidin.

Dewleta Tirk a dagirker 20'ê Çileya 2018'an bi hemû çekên xwe yên giran û bi 72 balafirên şer êrişî gund, navçe û bajarê Efrînê kir. Li dijî vê êrişa ji bo dagirkirinê, ji 7 heta 70 salî jin, mêr mirovên Efrînê dest bi Berxwedana Serdemê kirin.

Di nava 58 rojên berxwedanê de xelkê herêmê kete çeperan û li gel ewladên xwe yên YPG û YPJ'ê cihê xwe girtin.

Ji xaziyên Berxwedana Serdemê Şervan Efrîn û Nîzar Efrîn ji ANF'ê re qala kêliyên Berxwedana Serdemê kirin.

Şervan Efrîn ku ji navçeya Mabeta ya Efrînê ye, li gundê Qude yê navçeya Racoyê tevlî şer bû.

Şervan Efrîn got, "Dijmin dixwest xaka me dagir bike. Me jî li hemberî dijmin şer kir, li ber xwe da. Di nava şer de jî me hêz û moral ji gelê xwe digirt. Ji ber ku dema gel li pişta zarokên xwe be, wê demê serketin misoger dibe."

Şervan Efrîn qala xazîbûna xwe kir, "Di Berxwedana Serdemê de 18'ê Sibata 2018'an ji çavê xwe yê çepê birîndar bûm. Piştî wê ji bo tedawiyê derbasî herêma Cizîrê bûm. Piştre jî vegeriyam, ji ber ku xazîbûna min ti carî li pêşiya min nebû asteng. 4 sal in li ser karê xwe me û bi gelê xwe re li ber xwe didim. Berxwedana me wê dewam bike."

Nîzar Efrîn ê ji navçeya Cindirêsê jî li gundê Yalanqozê yê navçeya Cindirêsê birîndar bû.

Nîzar Efrîn li ser şerê li Efrînê got, "Dema me dît dewleta Tirk dixwaze axa me dagir bike û êrişên hovane anî ser gelê me, em bêdeng neman û tevlî çeperên şer bûn, ji bo xak û gelê xwe biparêzin. Efrîn ji bo me xaka pîroz e.

Di şerê gundê Yalanqozê yê navçeya Cindirêsê de çeteyên dewleta Tirk bi 4 kîlometreyan dûrî me bûn. Di encama êrişeke bi balafirên şer de 6 hevalên li kêleka min şehîd bûn. Ez jî ji herdu çavên xwe û parçeyê li serê min ketî birîndar bûm. Çavek niha nabîne, yek jî asta wê ya dîtinê kêm e."

Nîzar Efrîn diyar kir ku çi dibe bila bibe wê dest ji xaka xwe bernedin û heta vegera li Efrînê berxwedana xwe dewam bikin.