Malbatên Şehîdan: Li hemberî dagirkerî û xiyanetê Kurdistanê biparêze

Malbatên Şehîdan ên li Helebê bertek nîşanî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê dan û gotin: “Li hemberî dagirkerî û xiyanetê Kurdistanê biparêze.”

Li Kurdistan û seranserî cihanê Kurd li gelek bajaran daketin kolanan û êrîşên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK'ê pêk tên şermezar kirin. Dayikên Şehîdan ên li Helebê bertek nîşanî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê dan û gotin: “Li hemberî dagikirin û xiyanetê Kurdistanê biparêze.”

‘XIYANET WÊ DAWIYA PDK’Ê BÎNE’

Dayika Rûşîna Xilo bertek nîşanî êrîşên dagirkirin û xiyaneta PDK’ê da û wiha got: “Em heta dawiyê li pey gerîlayên xwen e. Wê xiyaneta PDK’ê dawiya wê bîne. Dewleta Tirk a dagirker û qirker dijminê me hemû Kurdan e. Divê PDK were ser hişê û destê xwe ji vê xiyanetê bikêşe. Çi dibe bila bibe wê berxwedana gerîlayên azadiyê yên bi fikir û raman Rêber Apo biserbikeve. Divê hemû Kurd derkevin qadan û li hemberî dagirkerî û xiyanetê Kurdistanê biparêzin.”

‘WÊ ÊRÎŞ Û XIYANET WERE TÊK BIRIN’

Welatiyê bi navê Hoşimîn Dedo jî berxwedana gerîlayên HPG’ê silav kir û wiha got: “Li cihê ku tevahiya Kurd li dijî dagirkeriyê bibin yek û li dijî êrîşan xaka Kurdistanê biparêzin, malbata Barzanî cihê xwe ligel dagirkeran digre. Mixabin îro pêşmergeyên PDK’ê bi dewleta Tirk re li hemberî gerîlayên azadiyê şer dikin. Em weke malbatên şehîdan berxwedana gerîlayên azadiyê silav dikin. Teqez wê ev êrîşa dagirkeriyê jî were vale derxistin.”

LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û XIYANETÊ BANGA SERHILDANAN

Remzî Bekir jî xiyaneta PDK’ê şermezar kir û got: “Xiyaneta PDK’ê ne nû ye. Ji dîrokê ve xiyanetê li gelê Kurd dikin. Bila PDK baş bizane wê hevkariya wan ya bi dijmin re dawiya wan bîne. Divê li her derê welat Kurd li dijî xiyaneta mala Barzanî derkevin qadan û vê xiyanetê nalet bikin.”