Artêşa Tirk bi saetan bombe li Eyn Îsayê barand

Artêşa Tirk a dagirker gundên Seyda û Mielekê yên Eyn Îsayê û derdora Rêya Bejahî ya M4 nîvê şevê bi saetan bombebaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ, El Nûsra û dûvikên wan, saet di 22:00 de dest bi bombekirina gundên Seyda û Mielekê yên Eyn Îsayê û derdora Rêya Bejahî ya M4 kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji pêr ve êrişên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran kiriye.