Welatiyên Hesekê li hemberî xiyaneta PDK’ê meşiyan

Welatiyên Hesekê li hemberî xiyaneta PDK’ê derketin qadan û banga yekitiya neteweyî kirin.

Li Bakur û Rojilatê Sûriyeyê bertekên li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re her ku diçe zêde dibe. Şêniyên navçeya Til Temir a Kantona Hesekê li hemberî xiyaneta PDK’ê derketin qadan û xiyanet bi meşekê şermezar kirin. Meş li ber avahiya Meclîa Malbatên Şehîdan a Navçeyê dest pê kir. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Meclîsa Malbatên Şehîdan û QSD’ê hatin rakirin. Di meşê de timî dirûşmeyên li hemberî xiyanet û dagirkirinê hatin berzkirin.

Meş heta kolana Fîlistînê berdewam kir û li vir veguherî mîtingê. Li vir endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso axivî û diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mafên xwe li ber xwe dide û têdikoşe.

Oso diyar kir ku hin partiyên Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî dijbertiya şoreşa Rojava dikin û got: “Bi hevkariya PDK’ê hikûmeta Mistefa Kazimî di navbera Rojava û Şengalê de dîwar lê dike. Ev yek tê wateya berdewamiya fermana li ser xelkê me yê Şengalê.”

Di berdewama axaftina xwe de Oso, bal kişand li ser xiyaneta PDK’ê û ev tişt got: “Divê hemû kes li dijî xiyanet û hewldana dagirkirinê rawestin.”

Di dawiya axaftina xwe de Oso, bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kurdistanê kir ku li dijî hemû xiyanet û dagikirinê yekitiya xwe ava bikin.