Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundewarên Til Temirê dike

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi çekên giran êrişî gundewarên navçeya Til Temirê ya Hesekê dike.

Dewleta Tirk a dagirker li gel êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî navçeya Zirganê û gundên wê, niha jî gundên navçeya Til Temirê topbaran dikin.

Di van kêliyan de gundê Til Şinan ê Asûran yê li gundewarê bakur rojhilatê Til Temirê, gundê Dirdara yê bakurê Til Temirê û gundê Um El-Kêf yê rojavayê navçeyê ku 1 km dûrî navenda navçeya Til Temirê ye, bi çekên giran tên tobparankirin.