Gelê Rojava: Li hemberî êriş û dagirkeriyê em bi gerîla re ne

Ji Efrînê heta Kobanê ji Qamişlo heta Dêrikê gelê Kurd nerazîbûn nîşanî êrişa dagirker a dewleta Tirk û PDK’ê da û gotin “Em bi gerîlayan re ne.”

Dewleta Tirk di 17’ê Nîsanê de li hemberî qada Zapê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke dagirker da destpêkirin. Gerîla li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dide û gelê Kurd daketin qadan û berxwedana gerîlayan silav dikin.

Gelê Kurd ê li Rojava li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk û helwesta îxanetkar a PDK’ê ji ANF’ê re axivîn.

‘EV ÎXANET WÊ TE JÎ BIQEDÎNE’

Emîne Yasîn a ji Kobanê diyar kir wê îxanet xisareke mezin bide PDK’ê û got “Êdî bes e ji tiştên ku malbata Berzanî dikin. Bi dagirkeran re dibin  yek, êrişî gerîla û gelê Kurd dikin û alîkariyê didin dagirkeran. Divê bizanibin werîsê îxanetê kin e, tu carî nikare encamekê bi dest bixe. Ey xayîno, heke rojekê hûn têkevin rewşeke dijwar ê gelê Kurd alîkariyê bide yan jî dagirker? Tu çima ji bo me qir bikî bi dijmin re dibî yek. Wê dawiya we jî were. Dev ji dagirkeriyê berde, wê serfirazî para me be. Em ê dagirkeran hilweşînin. Em wêrek in û stûyê xwe xwar nakin.”

‘JI XWE RE SERWETÊ KOM DIKE, GEL JÎ QIR DIKE’

Elî Îsa yê ji Kobanê jî diyar kir îxanet di xwîna PDK’ê de heye û got “Bi dijminên me re dibin heval. Bi tenê li berjewendiya xwe difikirin. Ev ne cara pêşîn e, bi sedan caran kirine. Zarokên me bi destê PDK’ê tên kuştin. Ev bû çend xcara êrişî çiyayên Kurdistanê dijin. Malbata Berzanî ji xwe re serwetê kom dikin û tevlî şerê qirkirina Kurdan dibin. Di navbera Şengal û Rojava de dîwar lêdikin. Ev dîwarê şermê ye. Êdî bes e ji îxanetê re. Duh çawa ku hêzên hegemon Kurdistan parçe kirin îro jî PDK heman tiştî dike. Çiyayên Kurdistanê zimanê heqîqetê ye, yekîtiya gelan e. Heke tiştek bi gerîlayan were, wê heman tişt were serê we jî. Kesên xayîn her dem têk diçin. PDK jî wê bi dewleta Tirk tune bibe.”

‘WÊ PKK BI SER BIKEVE’

Azad Silêman ê ji Dêrikê jî diyar kir wê PKK bi ser bikeve û îxanetkar têk biçin. Azad Silêman got “Di van êrişan de wê PDK û malbata Barzanî têk biçin. Bila ji bîr nekin Têkoşîna Neteweyî ya Kurdistanê tu carî têk na.e. Ji Tansû Çîller heta Kenan Evren hemû kesan xwestin PKK’ê tune bikin lê yek jî bi ser neketin. PKK hemû Kurdistanê temsîl dike. PDK Başûrê Kurdistanê dixe nav xetereya tunebûnê. Em hemû bi PKK’ê re ne. Li hemberî çeteyan em bi gerîlayan re ne. Wê çete têk biçin, wê PKK û gerîla bi ser bikevin..”

‘EM Ê ÇAVÊ XWE JI ÎXANETÊ RE NEGIRIN’

Fadîa Silêman a ji Qamişlo jî diyar kir ew li hemberî dagirkeriyê bi gerîlayên berxwedêr re ne û got “Ez dayika şehîd û gerîlayan im. Heta dilopa dawîn a xwîna xwe ez ê bi gerîlayan re im. Dayikên Kurd bi zarokên xwe yên li dijî dagirkeriyê ne. Ez bang li malbata Barzanî dikim, nebin hevalê dijmin. Tevî gerîla em li dijî dewleta Tirk û dagirkeriyê bin. Gerîla zarokên me ne. Em nikarin wekî we îxanetê li zarokên xwe bikin. Wê tu carî dagirkeriya dewleta Tirk û xayîntiya we neyê qebûlkirin.”

‘KES ÊDÎ JI PDKÊ BAWER NAKE’

Îbrahîm Şêxmûs ê ji Hesekê jî diyar kir baweriya bi kesên tevî dewleta Tirk zarokên Kurdan qetil dikin nemaye û got “Em gelê Kurd bi gerîlayan re ne. Em êdî ji PDK’ê bawer nakin. Berê jî bi sedan ciwanên me bi destê wan hatin qetilkirin. Têkiliya wan a bi dewleta Tirk dîrokî ye. Em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe bi gerîlayan re bin.”

‘EM Ê JÎ TEVLÎ BERXWEDANÊ BIBIN’

Nesra Hebeş a ji Efrînê jî diyar kir ew ê tevî gerîlayan li hemberî dagirkeriyê şer bikin û got “Li hemberî êrişên li ser qadên gerîlayan ên ku navendên Kurdbûn û azadiyê ne, em ê jî têbikoşin.”

Îbrahîm Genco yê ji Efrînê jî got “Di vê pêvajoyê de pêdiviya me bi yekîtiya neteweyî heye û divê em bibînin ku PDK bi dijmin re êrişî Kurdan dike. Di vî şerî de tiliya PDK’ê heye. Em êrişên li ser qadên gerîlayan û tevlêbûna PDK’ê qebûl nakin. Em jî amade ne, li ber xwe bidin û şer bikin.”