Gelê Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Gelê Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê her dem piştgiriyê bidin gerîlayan.

Gelê Efrîn û Şehbayê li ser êrişên dewleta Tirk ya ku bi hevkariya PDK’ê ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê Zap, Avaşîn û Metîna tên kirin ji ANF’ê re axivîn. Şêniyan diyar kirin PDK di nav xeta îxanetê de ye.

Sebah Dilo diyar kir ew êrişên ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê tê kirin, şermezar dike û got “Em ê wekî berê li hemberî wan bêdeng nemînin. Heke PDK hevkariya dewleta Tirk bike nexwe ew karê dijmin dike. Li hemberî vê em jî piştgiriyê didin gerîla.”

Endama Saziya Meclîsa Malbatên Şehîdan dayîka Xedîje jî diyar kir ew êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dike û got “Divê PDK dev ji îxanetê berde. Ji ber ku dewleta Tirk nikare bi ser bikeve, PDK’ê bi kar tîne.”

Dayika Xedîje her wiha bang li dewletên navnetewî kir da ku li pêşiya vê şerî were girtin û got “Li deverên wekî Efrîn û cihên din ên hatine dagirkirin her roj kesên sivîl dibin hedef. Dewleta Tirk vê carê jî êrişa xwe bi fermî ragihandiye û êrişî gerîlayan dike. Em piştgiriyê didin gerîlayan û em baş dizanin wê gerîla li hemberî vî şerî li ber xwe bide.”

Endama Komîteya Perwerdehiyê ya Meclîsa Jinên Azad a Şehbayê Xezalê Elo diyar kir ew şerê ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser gerîla tê kirin şermezar dike û got “PDK’ê dev ji Kurdîtiya xwe û doza xwe berdaye û destê xwe xistiye destê dijmin. Em ê her dem li hemberî van êrişan bin.”