Çiya Kurd: MÎT û îstîxbarata Sûriyeyê bi hev re dixebitin

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê bi plana xwe ya îmhaya Rojava dixwaze bi Şame re li hev bikin û got, "Bi van hevdîtinan dixwazin li ser dijberiya li hemberî Rêveberiya Xweser û Rojava li hev bikin."

Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd geşedanên dawîn ên ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê, plana ser dorpêçkirinê, hevdîtinên di navbera MÎT’a Tirkan û mûxaberata Sûriyeyê û gelek mijarên din ji ANF’ê re axivî.

Çiya Kurd derbarê ambargoya li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê diyar kir ku a niha bandora vê dorpêçkirina wekî krîzekê didome û got “Li Qamişlo û Hesekê jî bandora vê krîzê tê dîtin. Em Rêveberiya Xweser naxwazin krîz û alozî zêdetir bibe. Lê rejîm bi vê siyaseta xwe krîzê kûrtir dike. Ev çend roj in ji çareseriya rewşa li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê û ji bo çareserkirina rewşa li Qamişlo û Hesekê hewldanên me yên mezin hene lê heta niha di nêzikatiya rejîmê de tu guherîn tune. Rûsya ji bo ku ev krîz mezin nebe, xwest qasidiyê bike. Li gorî agahiyên dawîn ên ku me stendiye rejîmê hêzên xwe yên di nav Tumena 4’an de zêe kiriye. Heke rejîm bibêje ‘Divê hûn bi gotina min bikin, ev xwexapandin e’ Ev tişt wê bibe sedem ku em hin gavan biavêjin. Em naxwazin pirsgirêk zêde mezin bibe û em ê li ser helwestên cihê jî nîqaşan bikin. Çi tiştên ku pêk werin rejîma Sûriyeyê jê berpirsyar e. Ji ber ku li ser bi sed hezaran kesên li Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê dijîn, ambargo û dorpêçkirin heye. Ji bo îradeya gelê me yê li wir were şikandin û teslîm were stendin ev tişt tên kirin. Dixwazin siyaset û armanca xwe ferz bikin. Rejîmê bi salên dirêj ev siyaset kiriye û ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê tu fêde pêk neaniye. Berevajî wê pirsgirêk kûrtir kiriye. Me mînaka vî tiştî li Gûta û Hûmûsê dît. Niha jî hewl didin heman siyasetê li Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Şehbayê bikin. Ev siyaset dibe sedema guherîna demografîk û koçê.

WÊ NIKARIBIN ÎRADEYA TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYEYÊ BIŞKÎNIN

Ji ber vê rejîm nikare îradeya gel a li van deran bişkîne. Bi taybetê gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê li hemberî komên radîkal têkoşîneke siyasî û parastinê kir. Li wan taxan bi sedan şehîd hatin dayîn û axa xwe parastin. Ji ber vê siyasetên wisa wê nikaribin îradeya gelê me bişkîne. Wê li hemberî berxwedana gelê me bi ser nekevin. Divê rejîm bi pêkhateyên gel re rûnê û siyaseta xwe dîsa ji ber çavan derbas bike lê rejîm heman feraseta xwe ya yekperest didomîne. Xweserî û îradeya gelê li wir nas nake û dibêje ‘Hûn ê hemû bibin wekî me’ û dixwaze li wan herêman serweriya xwe dîsa ava bike. Vê siyaseta şaş wê li Sûriyeyê rê li ber pirsgirêkên mezin neke. Divê xweseriya her herêmê li ber çavan were girtin yan na wê rejîm ji tiştên di destên xwe de jî bibe. Ji ber vê ev dorpêçkirin nayê qebûlkirin. Ew der bi salan bû navenda têkoşîna demokratîk a Sûriye û Rojava. 

Di demên dawîn de rejîm bi hin welatên Ereban re hin têkiliyan datîne û dibêje qey wê rewş bibe wekî ya berên berê. Heke wisa bifikire wê xwe bixapîne. Ne mumkun e rejîm vegere rewşa xwe ya berê û her derê têxe bin destê xwe. Rejîmê li başûrê Sûriyeyê tu pirsgirêk çareser nekiriye û wê nikaribe li Helep û Şehbayê jî van pirsgirêkan çareser bike.”

HEVDÎTINÊN DI NAVBERA MÎT’A TIRKAN Û ÎSTÎXBARATA REJÎMA SÛRIYEYÊ

Bedran Çiya Kurd diyar kir li gorî rejîma Sûriyeyê bala hemû dinyayê li ser şerê Ukrayna û Rûsyayê ye û got “Di rewşeke wisa de dixwaze zextê zêde bike, li ser wan teslîmiyetê ferz bike û têkeve van taxan. Bi feraseteke tekparêz û despot dixwaze xisûsiyeta wan taxan ji holê rake. Ya din jî wisa xuya dike ku di navbera îstîxbarata Tirk û rejîma Sûriyeyê de gelek hevdîtin hatine kirin. Bêguman ev ne nû ne. Ev demek e her du rejîm dixwazin nêzî hev bibin. Tekane tişta ku wê rejîmên Şam û Enqereyê li hev bikin, helwesta li dijî îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Tirkiye a niha dixwaze Rêveberiya Xweser a Demokratîk û gelê me îmha bibe. 

Rejîma Enqereyê 11 sal in bi siyaseta xwe ya qirêj a li Sûriyeyê dizî, qetlîam û dagirkerî jî di nav de gelek sûc kir. Tişta ku li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û li herêmên din ên Sûriyeyê kiriye li ber çavan e. Heke rejîma Şamê bi dewleta Tirk re tifaqê bike wê ev tişt were wateya ku ev binpêkirinên dewleta Tirk nedîtiye û pişguh dike. Îro desthilatdarî li hemberî berjewendiyên gelê me bûne yek. Ev tişt ji bo gelên li herêma me û ji bo gelên Sûriyeyê xetereyeke mezin ava dike.”

Bedran Çiya Kurd derbarê hevdîtinên di navbera MÎT’a Tirkan û îstîxbarata Sûriyeyê jî got “Ev hevdîtin ev demeke di rojeva me de ye. Em vê rewşê dişopînin. Tu carê têkiliya wan a bi îstîxbarata Tirk neqetiyaye. Di demên dawîn de dixwazin van têkiliyên îstîxbaratê bînin asta têkiliyên siyasî û dîplomatîk. Bi qasî ku tê zanîn Rûsya qasidiya vî tiştî dike.Ji bo ku rejîma Şamê ji dorpêçkirina siyasî û dîplomatîk derxînin û têkiliyên wan ên bi welatên Ereban xurt bike û pê re jî têkiliyên îstîxbaratî yên Tirkiyeyê veguherînin têkiliyên siyasî rewşeke wisa pêk tê. 

Planên desthilatdariya AKP û MHP’ê ya li dijî Rojava gelekî zelal e. Ew li dijî tasfiyekirina Rêveberiya Xweser û herêmên me dixebite. Ji bo ku piştgiriyê bistînin bi ŞAM, welatên NATO û Rûsya tê de bi hemû kesan re têkiliyê datînin. Dixwazin ji bo êrişên nû firsendan ava bikin. Ji bo vê desthilatdariya ku ketiye nav pêvajoya hilbijartinê, înkar û îmha esas e. Ji bo tifaqa li dijî Kurdan û ji bo ku karibin Kurdan qetil bikin, 24 saetan dixebitin. Wekî ku tê zanîn êrişên li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu carî nesekiniye. Bi drone û hawanan êrişan dikin û gelê sivîl qetil dikin.”

REJÎM JI DIYALOGÊ RE NE AMADE YE

Bedran Çiya Kurd derbarê hevdîtinên di navbera Rojava û Şamê de jî diyar kir ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê tu hevdîtin pêk nehatiye û got “Ji bo ku diyalog pêk werin rejîm ne amade bû, rejîm li herêmên Rêveberiya Xweser vegeriya hemû saziyên xwe, ji ber vê jî diyalog pêk nehat. Girêdayî Helep û Şehbayê ji bo rewşên li Qamişlo û Hesekê jî hêzên me yên ewlekariyê û Rûsya ji bo mesele were çareserkirin hin hewldan çêbû. Lê heta niha rejîmê tu gav neavêtiye. Bi zêdebûna dorpêçkirinê re, em ê qet nehêlin ku îradeya gelê me were şikandin. Ji ber vê ligel ku em naxwazin jî em ê hin tevdîrên mecbûrî pêk bînin.Divê Rûsya di vî warî de misyon û rola xwe bi awayekî cîddî pêk bîne. Divê destûrê nede ku pirsgirêk wisa mezin bibe.”

HELWESTA RÛSYA Û DYE

Bedran  Çiya Kurd diyar kir ku tê xwestin ku krîza li herêmê were kûrkirin û got “Rûsyayê nexwest deriyê Til Koçer were vekirin. Koalîsyona navneteweyî û Emerîka jî li hemberî dorpêçkirinê tu hewldaneke pratîk nîşan nadin. Ligel ku gelek caran diyar kirin wê herêmê ji bo zextên ekonomîk ên Sezarê mûaf bigirin jî tu gaveke pratîk tune. Di vî warî de nikarim tiştekî bibêjim. Derî girtî ne û di her warî de dorpêçkirin heye.”

Bedran Çiya Kurd diyar kir bi dorpêçkirina ekonomîk û êrişên dewleta Tirk re tê xwestin li herêmê kaos pêk were û got “Dixwazin gel li hemberî QSD û Rêveberiya Xweser serî hildin û Rêveberiya Xweser tawîzan bide. Heke tiştekî wisa pêk were wê DAÎŞ sûdê ji vî tiştî bistîne. Her kes dibîne ku DAÎŞ çawa xwe ji nû ve rêxistin dike. Pirsgirêkên li herêmê ji xwe re wekî firsendê dibînin. Di vî warî de koalîsyona navneteweyî û Rûsya berpirsyar in. Siyaseta li hemberî QSD û Rêveberiya Xweser wê pirsgirêkên mezin ava bike û wê DAÎŞ dîsa dest bi êrişan bike. Divê her kes wisa li meseleyê binihêre.”