Şervanê QSD’ê Canfeda hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Mihemed (Canfeda) li Goristana Şehîd Dîcle bi beşdariya sedan şêniyên Kobanê ve hate oxirkirin.

Cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Mihemed (Canfeda) ê di 15’ê Nîsana 2022’an de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, ji aliyê sedan şêniyên Kobanê ve li Goristana Şehîd Dîcle hate oxirkirin. Di meresima oxirkirinê de wêneyê şehîd Îbrahîm Mihemed hate hilgirtin û dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

‘JI BO PARASTINA VÎ GELÎ Û VÊ AXÊ CANÊ XWE FEDA KIRIN’

Di meresimê de ji bo giyanê şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê Sultane Hemdî axivî. Hemdî anî ziman ku şehîd rastiya vî gelî ne û got: “Şehîdan di oxira parastina vî gelî û axê de canê xwe feda kirin. Şerê li dijî me tê kirin, şerê hebûn û nebûnê ye.”

‘ŞEHÎD RASTIYA JIYAN ME NE’

Piştî axaftina Hemdî, endamê Desteya Dîsplînê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh jî axivî û got: "Şehîd rastiya jiyana me ne. Bi saya şehîdan em îro dikarin bi azad li ser axa xwe bijîn. Em deyndarê şehîdan in. Em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin û ala têkoşînê bilind bikin.”

Piştî axaftinan, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Hêvîn Mişo, belgeya şehadete xwend û radestî malbata şehîd kir. Piştre cenazeyê şehîd Îbrahîm Mihemed bi tilîlî û dirûşmeyan hate definkirin.