Dewleta Tirk êrişê gundên Til Temirê kir

Dewleta Tirk gundên Tewila, Um Elkêf û Til Tewil ên Til Temirê bi dijwarî topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên, Um El-Kêş, Tewîla û Til Tewîl ên girêdayî navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi çekên giran topbaran kir.

Di heman demê de balafirên keşê yên dewleta Tirk li ser bajar û eniyên şer digerin.