QSD’ê careke din dewleta Tirk derewand

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê îdiaya dewleta Tirk ya têkildarê şehîdbûna 13 şervanên QSD’ê derewand.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ku şervanên wan li herêmên dagirkirî çalakiyek li dar xistiye û di encamê de 13 şervan şehîd bûne, daxuyanî da û got: “Ev îdia ne rast in. Şervanên me di rojên dawîn de tu çalakî li dar nexistin. Tu şervanên me şehîd nebûne.”

Navendê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di çend rojên dawîn de êrişên xwe zêde kirin, bi taybet li dijî jîngehan û dema Xiristiyanan Cejna Paskalayê pîroz dikir gundên Til Temirê topbaran kirine.

QSD`ê her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi belavkirina derewan dixwaze binpêkirinên mafên mirovan binixumîne.