PYD: Em li hemberî êrişên dewleta Tirk helwest bigrin!
PYD’ê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da û got, “Wê dîsa dewleta Tirk bin bikeve.” PYD’ê banga helwestgirtina li hemberî êrişan kir.
PYD’ê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da û got, “Wê dîsa dewleta Tirk bin bikeve.” PYD’ê banga helwestgirtina li hemberî êrişan kir.
Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişeke berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da raya giştî û tê de got: “Hemwextî zêdekirina êrişan li ser gundên Til Temir û Zirganê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, artêşa Tirk a dagirker mijûlbûna cîhanê bi şerê Rûsya û Ukraynayê re wek fersend dît û vê sibê bi çekên giran, helicopter û balafirên F-4 û F-14 êrişî herêmên Girê Reş, Zap, Avaşîn û Metînayê kir. Bi vê yekê hemû nirxên mirovî û exlaqî binpê dike.
Piştî serdana Mesrûr Barzanî ji Tirkiyê re û hevdîtina bi Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fîdan re û bi nêzîkbûna salvegera komkujiyên Ermenan ev êriş pêk hat.
Artêşa Tirk plan dike ku bi rêya helîkopteran hêzên xwe li herêmê belav bike û piştre ji aliyê bejahî ve bi pêş keve û Kurdistanê parçe bike.
Dewleta Tirk bi hevkariya bi PDK`ê re armanc dike ku şer û fitneyê di navbera Kurdan de derxîne, li aliyekî din jî dixwaze binkeftin û aloziya xwe ya hundirîn derxîne derve.
Em van êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin. Çiqasî dewleta Tirk a dagirker êrişan pêk bîne jî, wê bi sernekeve û nikare vîna gelê Kurd têk bibe. Wê dewleta Tirk mîna her carê bi bin keve.
Em bang li gelê Kurdistanê û hemû hêzên şoreşger ên cîhanê dikin ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker helwesteke hevpar nîşan bidin û êrişan şermezar bikin.”