Xelkê Şehbayê li dijî dorpêçî û ambargoyê li ber xwe dide

Li Şehbayê ku ji ber ambargoya li çar aliyan sotemenî û madeyên xwarinê bi buhayekî gelekî zêde tê firotin, xelk dibêje "Ji bo pûçkirina vê konsepta tunekirinê em amade ne bi her awayî têbikoşin."

Herêma Şehbayê ji aliyê bakur ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, ji aliyê başûr, rojava û rojhilat ve jî ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye dorpêçkirin. Tenê rêbendeke herêma Şehbayê heye, ew jî di destê Tûgaya Çaremîn de ye.

Hêzên hikumeta Şamê bi destê Tûgaya Çaremîn rêya navbera gundên Ehdasê û Helebê kontrol dikin, ku bi 10 kîlometreyan dûrî Helebê ye. Li rêbenda Tûgaya Çaremîn jî hêzên hikumeta Şamê bi baceke gelekî bilind destûr tê dayin ku alav bêne derbas kirin.

Li herêma Şehbayê zêdeyî 100 hezar koçber û xelkê herêmê hene. Her wiha 5 kampên koçberiyê bi navê Kampên Berxwedan, Sedem, Veger, Efrîn û Şehbayê hene.

Nirxên tiştan û sotemeniyê gelekî buha bûne. Lewma jî bazirganên biçûk baceke zêde dide Tûgaya Çaremîn û bi vî rengî hin tiştan derbasî herêmê dikin. Li sûka reş a Şehbayê Mazot bi 4300 Lîreyê Sûriye (LS) Gazolîn (Benzîn) bi 5700 LS, tupê gazê bi 90,000 LS ye. Ji ber wê jî li ser gelê Efrîn û Şehbayê zivistaneke bi zehmet derbas bû. Lê ew zehmetî hê jî derbas nebûye.

Li gorî erdnîgariya herêma Şehba, ji ber li nêzbûna herêmê ji Deryaya Spî xwedî hewayeke baş e û axa wê ji bo çandiniyên cûr be cûr guncaw e. Nêzî 25 hezar hektar ji erdên Şehba ji bo çandiniyê tê bikaranîn. Lê ev 3 sal e li tevahiya Sûriyeyê û bi taybet li Şehba baran kêm dibar e, ji ber wê jî cotkar neçar dimînin ku zeviyên xwe bi ava bîran av bidin. Lê Ji ber kiryarên haciza firqeya çaremîn a girêdayî hikumeta Şamê li hemberî cotkaran û Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê pirsgirêkên cidî ji bo bidestxistina Mazotê derdikeve holê.

Rewşa tenduristiyê ji rewşa çandiniyê ya li herêma Şehba ne cudatir e. Li herêma Şehba 3'ê nexweşxaneyên bi navê Nexweşxaneya Avrîn, nexweşxaneya Til Rifat û nexweşxanek ji bo rewşên koronayê kar dike, bi awayekî fermî kar dikin. Ji bo wê jî ji bo pêwîstiyên van her 3'ê nexweşxaneyan Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê gelekî zehmetiyan dikşîne, ji aliyê teknîkî û peydakirina dermanan.

Hevseroka Meclîsa herêma Efrînê Zelox Bekir bal kişand ser dorpêça li ser herêmê û got: "Herêma Şehbayê 4 sal in dorpêçkirî ye. Her wiha rejîma Sûriyeyê anbargoyeke giran li ser herêma Şehba pêk tîne. Rêbendeke wê tenê heye ew jî di bin serweriya Tûgaya Çaremîn de ye. Ji xwe di wê rêbendê re hemû pêwîstiyên koçberên Efrînê digihêje wan lê dem bi dem ew derî ji aliya Tûgaya Çarem ve tê girtin. Dema mirov li vê ambargoyê binêhire wê bi awayekî zelal bibîne ku ji aliyê rejîma Sûriye û dewleta Tirk û çeteyên wê ve planeke hevbeş heye, ku karibin gel û rêxistina gel li Şehba tengav û perîşan bikin. Ji xwe aloziya ku di navbera Rûsya û Ûkraynayê de derketî holê, dewleta Rûs nikarî bi rengê ku Tirkiyeyê dixwaze pêre bibe alîkar. Ji bo wê jî dewleta Tirk ji bo pîlana xwe ya qirkirina Kurdan dewam bike bi rejîma Baasê re niha pîlanan dike û yek ji wan pîlanan ew e ku bi hev re li dijî gelê Kurd ê ku niha li Şehba û Helebê dimînin dorpêçekê giran pêk bînin û dagir bike. Li aliyekî din dema ku hikûmeta Şamê xwestekên ne di cih de ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê dixwaze û ew xwestek pêk nayê, li deverên lewaz digere ku derbeyekê li Rêveberiya Xweser bixîne. Ji ber wê jî weke tê zanîn herêma Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê cografî ve deverên herî lewaz e. Ji ber ku herêmên dorpêçkirî ne û bi rêya zextê li ser wan herêman Rêveberiya Xweser dixe rewşa neçariyê."

Zelox Bekir destnîşan kir, ku gelê Efrînê yên li Şehbayê dimînin soza xwe ya berxwedaniyê dane û li gorî wê jî tevdigerin û wiha domand: "Li hemberî wê jî em gelê Efrîn û Şehba ji pûçkirina derxistina polîtîkeyên hikûmeta Şamê û dewleta Tirk, me rêxistina xwe xurtir kiriye, her wiha ji bo her rewşeke krîtîk jî me xwe amade kiriye. Ji ber ku dema em ji Efrînê derketin me soza domandina berxwedanê ji bo vegera Efrînê dane; Rêbertî, Şehîdên azadiyê û dayîkên şehîdan û hemû gelê azadîxwaz ku em ê Efrînê rizgar bikin û bi ser bilindî biçin Efrînê. Ji bo wê bila tu carî hikumeta Şamê û dewleta Tirk nabêjin em ê stûyê gelê Efrînê bi vê ambargoyê bitewînin. Ji bo wê jî em gelê Efrînê li Şehbayê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê her berxwedan û têkoşîna xwe bilindtir bikin."

Koçbera Efrînî Rengîn Mihemed a yek ji niştecihên Kampa Serdem a Şehbayê ye xuya kir ku şert, merc û zehmetiyên koçberiyê ev demeke dirêj e hikûmeta Şamê li ser wan dorpêçeke giran pêk tîne, her wiha hemû pêwîstiyên rojane hatine qutkirin, lê wê ti carî lewaz nakevin. Rengîn Mihemd got: "Em ji bo berxwedanê li Şehbayê mane. Ji bo wê jî em ê berxwdanê xwe xurtir bikin."

Yek ji şêniyên Şehbayê Îsmaîl Mûse jî destnîşan kir ku 4 sal in herêma Şehbayê ji aliyê Hikûmeta Şamê ve hatiye dorpêçkirin û got: "Em gelê Şehbayê bi gelê Efrînê re bi yek destî berxwedana xwe bilindtir bikin, siyaseta dewletên ku dixwazin gelê Kurd qir bikin; têk bibin."