Dewleta Tirk vê carê êrişî Eyn Îsayê kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundên Dibis, Hoşan, Xalidiye, Fatsa û Mişêrfa yên Eyn Îsayê û derdora rêya M4’ê topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî êrişa îro ya li ser Til Temir û Zirganê, gundên Dibis, Hoşan, Fatsa, Mişêrfê, Xalidiyê yên Eyn Îsayê û derdora rêya M4’ê topbaran kir.

Di êrişan de dewleta Tirk avahiyên ayîdê gel jî dike armanc.