Dewleta Tirk careke din êrişî Zirganê kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî navçeya Zirganê topbaran dike.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî navçeya Zirganê topbaran dike.
Hat zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Zirganê û gundên wê bi çekên giran û hawanê topbaran kirin. Di van kêliyan de navenda navçeyê û gundên Esediyê, Xidrawî, Dada Ebdal, Ribêat û Xirbêt Şiît tên topbarankirin.
Têkildarî zirarên canî û madî heta niha agahiyên zelal neketine dest.