ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Serçeteyê DAIŞ’ê El Şamî hate girtin
Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Hacîr El Şamî ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate girtin. -
Li Sûriyeyê tevgera zêde: Gelek hêzan li hev dan
Piştî êrîşa bi moşekan a li dijî bajarê peravê yê Behra Spî ya Sûriyeyê, hate ragihandin ku balafira Rûsya hatiye xistin, di êrîşê de navên dewletên mîna DYA, Fransa û Îsraîl jî hene. -
Bi moşek û ÎHA'yan êrîşî Sûriyê bû
Hate ragihandin bi moşekan êrîş birine ser Lazkiye û Humusê ya Sûriyê, tê îdîakirin ku êrîş ji aliyê Israîlê ve hatiye kirin. -
Li gundê Baxoza Jorîn şer giran e: 17 çete hatin kuştin
Li gundê Baxoza Jorîn di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar diqewime. Li aliyê din fermandarekî QSD'ê ragihand ku di şer de 17 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Hevdîtina Putîn- Erdogan bidawî bû
Pûtîn û Erdogan li hev kirin ku herêmeke bi berfirehiya 15-20 kîlometre ya bêçek were avakirin . -
YPG’ê nasnameya 6 şehîdên Kobanê û Serêkaniyê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 6 şehîdên berxwedana Kobanê û Serêkaniyê ya 2014’an eşkere kir. -
QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî ya Bagera Cizîrê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. -
Xezeba Zeytûnê li çeteyên Fatîh Sûltan Mehmet dan
Şervanên Çalakiyên Odeya Xezeba Zeytûnê, li Ezazê li dijî komeke çeteyên Fatîh Sûltan Mehemt ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirine, di vê çalakiyê de herî kêm 5 çete hatine kuştin. -
Li Dêra Zorê encamên dawî yên pêngavê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ber bi qonaxa dawî ya pêngava ku beriya hefteyekê ya ji bo rizgarkirina bajarokê Hecînê dabû destpê kirin dewam dike. -
Endamê Hêzên Asayişê Mihemed Masûm Til Temir hate veşartin
Edanmê Hêzên Asayişê yê Til Temirê Mihemed Masûm, li goristana Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin. -
Li Efrînê çeteyek hate kuştin
Li navçeya Raco ya Efrînê di çalakiya şervanên YPG’ê de çeteyekî artêşa Tirk a dagirker hate kuştin. -
QSD: Di 24 seatên dawîn de 14 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de 14 çete hatine kuştin. -
Li gundê Baxoza Jorîn şer giran e
Li gundê Baxoza Jorîn ê li ser sînorê Iraqê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. -
YPG'ê li ser operasyona Îdlibê daxuyanî da
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku îdîayên dibêjin wê hêzên wan tevlî operasyona Îdlibê bibin, spekulasyon e. -
Yekemîn şehîda YPJ'ê ya ji Reqayê Hêlîn Cûdî hate veşartin
Cenazeyê Hêlîn Cûdî ku yekemîn şehîda YPJ'ê ya ji Reqayê ye, doh bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Li Amûdê cenazeyê Abdullah û Ebdî spartin axê
Li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Abdullah û endamê Asayîşê Yasir Ebdî spartin axê. -
QSD: Şervan bi pêş ve diçin, 16 nûqte hatin rizgarkirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di pêngava şervanên QSD’ê ya li rojhilatê Firatê ya li nêzî gundên Boxaz û El-Sûsê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 16 nuqte ji çeteyan rizgarkirine û li gundê El-Sûsê şervan 2 kêlometre bi pêş ve çûne. -
YPG: Divê bûyera li Qamişloyê li pêşiya çareseriyê nebe asteng
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd ji bo şerê 8'ê Îlonê yê li Qamişloyê bi hêzên rejîmê re qewimî got, "bûyera xemnak" û diyar kir ku divê ev bûyer li pêşiya çareseriya siyasî nebe asteng. -
YPG: Nûçeyên ku MÎT çêdike derew in
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku nûçeya di çapemeniya Tirkiyeyê tê diyarkirin ku 9 şervanên YPG’ê ji aliyê MÎT’ê hatin, hemû derew e. -
Çeteyên dagirker ên li Efrînê bi operasyonên taybet tên kuştin
Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê ragihand ku li navçeya Bilbilê ya Efrînê çeteyekî Feyleq El Şam ê dewleta Tirk hatiye kuştin. Di nava hefteyekê de herî kêm sê çete bi operasyonên taybet hatin kuştin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Alkan bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Alkan (Serhed Baran) bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes tevlî bûn hate veşartin. -
Li Qamişlo cenazeyê 4 şehîdan hatin veşartin
Cenazeyê 4 şervanên YPJ’ê û QSD’ê yên şehîd bibûn li Qamişlo bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
NÛ BÛ-Di teqîna li Minbicê de 6 kes birîndar bûn
Di encama teqîna wesayîta bombebarkirî ya li nêzî Nexweşxaneya Emelê pêk hat de 6 sivîl birîndar bûn. -
QSD: Di 24 saetan de 15 çete hatin kuştin
QSD’ê bîlançoya 24 saetan a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêra Zorê û gundewarên wê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. -
YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşker kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên di navbera dîroka 11-12’ê Îlonê de şehîd bibûn eşkere kir.