ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Serçeteyekî Feyleq El Şam hate kuştin
Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê ragihand ku li navçeya Şiyê ya Efrînê li dijî çeteyekî Feyleq El-Şam çalakiyek kirin û di çalakiyê de serçeteyek hatiye kuştin. -
Li Til Rifat mayîn teqiya: 2 zarok birîndar bûn
Ji ber teqîna mayîna çeteyê DAIŞ’ê ya ji berê li navçeya Til Rifat a girêdayî Kantona Şehbayê 2 zarok birîndar bûn. -
YPG'ê nasnameya 5 şehîdên Cezaayê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 5 şervanên ku di berxwedana Cezaa de ya 2014'an a li dijî çeteyên DAIŞ'ê şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Telekonferansa navbera jinên Kongreya Star û Brîtanyayî
Jinên Kongreya Star bi rêya SKYPE bi jinên Birîtanyayê re axivîn û asta karê jinên Kongreya Star gotûbêj kirin. -
Çeteyên li Îdlibê 2 pir teqandin
Li gorî saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, çeteyên li Îdlibê 2 pir teqandine. -
Kobanê hembêza xwe li zarokên bê xwedî vekiriye
Saziya weqfa jina azad avahiyeke mezin ji bo zarokên ku ji ber şerê li Sûriyeyê bê xwedî mane ava kir. Û niha 23 zarokan dihewîne. Ew zarok ji her deverê ne, wekî Heleb, Qamişlo, Reqa....hwd. hatine. -
YPG: Li Efrînê 2 leşkerên Tirk û 2 çete hatin kuştin
Li navçeya Raco ya Efrînê di encama çalakiya sabotajê ya YPG'ê de 2 leşkerên Tirk û 2 çeteyên wan hatin kuştin. -
Sivîlên ji Efrînê reviyan: Jiyana kesî ne ewle ye
R.Ş. û C.E. ku ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ji Efrînê birevin, diyar kirin ku li Efrînê jiyana kesî ewle nîne. -
'Rejîma Baas dixwaze bi navê Xiristiyanan provokasyonê bike'
Serokê Yekîtiya Çandê ya Suryaniyan Hannah Sewmî got, meşa bi navê Xiristiyanan hate lidarxistin û propaganda gemarî ya piştî wê hate kirin, provokasyoneke plankirî ya Baas e. -
Dagirkeran li gundê Kebşînê bi dehan sivîl revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê avêtin ser gundê Kebşîn ê Efrînê û bi dehan sivîl revandin. -
Çeteyên dewleta Tirk êşkence li Efrîniyê ku revandibûn kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Coqa yê navçeya Mabata ya Efrînê welatiyê bi navê Ebdulrehman Reşo revandin, êşkence lê kirin û dest danîn ser wesayita wî. -
Bi merasîmekê şervanê YPG’ê Derwêş spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Îbrahîm Derwîş (Aram Kobanê) yê 29’ê Tebaxê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bibû, li Serê Kaniyê bimerasîmekê li Goristana Şehîdan a bajar spartin axê. -
Malbatên çeteyan ji Efrînê direvin
Li Efrînê di demên dawî de çalakiyên li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê zêde bûne. Vê sibê jî teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku malbatên çeteyan ên ji derve hatine, dest bi revîna gundên li ser sînor kirin. -
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 2 şehîdan da
YPG’ê nasnameya 2 şehîdan da, ku herdu jî li Qamişlo şehîd bûbûn. -
Xezeba Zeytûnê li Helebê sabotaj dijî serek çete kir
Odeya Operasyonê ya Xezeba Zeytûnê li rojhilatêbakurê Helebê li dijî serek çete yê bi navê Ebû Mihemed El Domanî çalakiyeke sabotajê kir. Domanî hate kuştin. -
YPG’ê li dijî çeteyên Tirk çalakî pêk anîn
YPG’ê, 9’ê Tebaxê ji bo bîranîna du şervanên xwe yên di encama komployê de hatî şehîdxistin, li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên tolhildanê pêk anîn. Herî kêm 19 dagirker hatin kuştin. -
Ebdo: 'Dibistanên bazirganiyê' yên rejîmê hatin girtin
Salih Ebdo diyar kir ku îdîayên li ser girtina dibistanên Suryanî yan jî Xiristiyan ne rast in û got, "Hin kesên bi rejîmê û îstîxbaratê ve girêdayî ne bi navê Suryaniyan hin deverên bazirganiyê vekiribûn. Karê van deveran hatin sekinandin." -
YPG û YPJ'ê li Efrînê lê dan: Gelek çete hatin kuştin
Şervanên YPG û YPJ'ê li navçeya Şêrawa ya Efrînê hin rêze çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de gelek çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin. -
Li navenda Efrînê teqîn: Gelek leşker û çete mirin
Li navenda Efrînê li pêşniya dibistana Feysel Qedûr, dema ku konvoyeke leşkerî derbas dibû teqînek pêk hat. Di encamê de 3 leşkerên Tirk û gelek çete mirin. Herî kêm 30 kes jî birîndar bûn. -
Li Efrînê teqîn û şer
Li xacerêya Kawayê Hesînkar a li Efrînê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer derket. -
Hêzên dagirker li Efrînê 22 sivîl revandin
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê revandina welatiyan li kantona Efrînê didomînin. Çeteyan herî dawî li navçeya Şêrawa ya Efrînê 22 welatî revandin û êşkence li wan kir. -
YPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
YPG'ê diyar kir ku roja 9'ê Tebaxê ji ber îxbara xayinekî, 2 hevalên wan şehîd bûne. Di daxuyaniyê de nasnameya şervanekî wan ê li Tebqayê ji ber qezayekê şehîd bû hate eşkerekirin. -
Dewleta Tirk û çeteyê wê revandina welatiyên sivîl didomîne
Agahî ji welatiyên sivîl ên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên li navenda Efrîn û gundewarên wê ve tên revandin nayê girtin. -
Rûsya û Tirkiye li ser Idlib û Kurdan li hev kirin?
Ji hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê yên van demên dawî çi derket? Tirkiyê di ber Idlibê de çi xwest? Enqere ya ku bi krîza giran a aborî ye çi da Rûsan? Rûsya li çi difikire? -
Ceger: TEV-DEM wê mirovên civaka demokratîk perwerde bike
Ceger: Ji niha û pê ve erk û wezîfeya TEV-DEM'ê ew e ku mirovên civak demokratîk perwerde bike, rêveçûna demokratîk a sîstema wê bişopîne û ji pirsgirêkan re bibe hêza çareseriyê.