Li gundê Baxoza Jorîn şer giran e

Li gundê Baxoza Jorîn ê li ser sînorê Iraqê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Li gundê Baxoza Jorîn ku bi 6 kîlometreyan dûrî sînorê Iraqê ye, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Tê payin ku encama vî şerî di nava rojê de zelal bibe.

Di vê navberê de bi dehan sivîlên ji bejahiya bajarokê Hecînê ji nava lepên DAÎŞ'ê reviyan xwe gihandin kampa Îwa.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 11'ê Îlonê dest bi qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê kiribûn. Armanc ji vê pêngavê rizgarkirina bajarokê Hecînê yê Dêra Zorê ye. Hecîn bajarokê herî mezin e ku di destê çeteyên DAÎŞ'ê de maye.