Ji Zanîngeha Kobanê daxuyaniya têkildarî silavên Rêber Apo
Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û Meclisa Xwendekaran der barê silavên Rêber Abdullah Ocalan ji wan re şandine de, daxuyaniyek da.
Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û Meclisa Xwendekaran der barê silavên Rêber Abdullah Ocalan ji wan re şandine de, daxuyaniyek da.
Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û Meclisa Xwendekaran der barê silavên Rêber Apo yên ji xwendekar û xebatkarên Zanîngeha Kobaniyê re daxuyaniyek da.
Xwendekarê Zanîngeha Kobanê Arif Ebdo, bi amadebûna xwendekar û mamosteyên Zanîgeha Kobaniyê daxuyanî li pêş zanîngehê xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêk Kurd tê nîqaşkirin. Ev gav bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo dest pê kir. Banga Rêber Apo ya ku di 27’ê Sibatê de kiriye ji hêla gelek dewletan û akademisyenan ve hat pêşwazkirin. Di çarçoveya naskirin û nîqaşkirina vê bangê de, Zanîngeha Kobanê panelek li dar xist. Di panelê de bi rêya onlinê parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan beşdar bûbû.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di panelê de mamoste, xebatkar û xwendekaran ji Birêz Omer Ocalan xwest ku silavên tevahî xebatkarên Zanîngeha Kobaniyê bigihîne Rêber Apo.
Her wiha hat destnîşankirin ku bi boneya Cejna Qurbanê hevdîtina malbatan pêk hat. Malbata Rêber Apo hevdîtin bi pê re kirin. Di hevdîtinê de Omer Ocalan ji Rêber Apo re got silavên mamoste, xebatkar û xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê ji we re hene.
Omer Ocalan nameya Rêber Apo ya ku ji mamoste, xebatkar, akademisyen û xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê re şandin, wiha ragihand: "Birêz Ocalan qîmet û giringîyeke mezin da xebatên zanîngehan li Rojava. Zanîngeh weke bingeh û hêlîna avakirina fikra azadî, wekhevî û demokrasîyê nirxand. Li dijî modernîteya kapîtalîst û dubareyên bîrokratîk û akademîk; mîsyoneke nû û moderin a azadiya ramanê û afrandina fikrî li hebûna zanîngehan bar kir. Li ser têgeh û nêzîkatiya paradîgma û perspektîfa nû, bi hebûna Zanîngeha Kobaniyê bi kelecan û serbilind bû û di xebatan de serkeftin ji zanîngehê û xwendekaran re xwest."
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em weke xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan serbilind in. Ji bo nameya ku ji Rêber Ocalan de, ji bo me hatiye, em bi kelecan in. Em soz didin ku xwedî li nameya wî derkevin û li gorî paradîgmaya nû tev bigerin. Em li hember Rêber Abdullah Ocalan û civaka xwe deyndar in û çi ji destê me were em ê bikin. Her wiha em xwedî şans in ku di vê pêvajoyê de, xwedî felsefeya Rêber Ocalan ne û bi wê felsefeyê ber bi azadiyê dimeşin."